Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

CÎK: Dewleta tirk îslamê ji bo qetilkirina kurdan bi kar tîne

CÎK'ê têkildarî êrîşa faşîstên tirk de diyar kir ku dewleta tirk ola îslam û misilmantiyê ji bo qetilkirina kurdan bi kar tîne wiha hat gotin: “Di meha Remezanê de ku meha herî pîroz û bi rehm a ola îslamê ye, dewleta tirk a nijadperest bi bikaranîna manewiyata mirovan dixwaze vê mehê bike meha xezeb û hilweşînê.”

Faşîstên tirk çend roj berê li Belçîkayê êrîşî malbateke ji Rojavayê Kurdistanê kirin û hewl dan mala ku lê ne bişewitînin. Li ser hestyariya cîranên wan ji şewtiandinê xelasbûn. Lê heta niha polîsên Belçîka derbarê faşîstên hov ên tirk de tu lêpirsîn nedane destpêkirin. Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) têkildarî êrîşa nijadperestî ya li bajarê Leûven ê Belçîkayê ya li dijî malbateke kurd a ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriya, daxuyaniyek weşand.

CÎK’ê ragihandin ku dewleta tirk a Tûranî ji bo qirkirina kurdan hemû hêza xwe bi kar tîne û wiha hate gotin, “Dewleta tirk ola Îslamê û misilmantiyê ji bo qetilkirina kurdan bi kar tîne, lewma divê gelê me xwe ji vê dewletê, saziyên wê û civatên wê vegire. Di meha Remezanê de qetilkirina kurdan li deverên pîroz ên mîna mizgeftê, sorkirina mirovan a ji bo vê armancê, yek ji gunehên herî mezin e. Di meha Remezanê de ku meha herî pîroz û bi rehm a ola îslamê ye, dewleta tirk a nijadperest bi bikaranîna manewiyata mirovan dixwaze vê mehê bike meha xezeb û hilweşînê. Dixwaze kurdan tine bike, qir bike û vê yekê jî bi navê îslamê dixwaze bike ku ev yek guneh e. Em bang li hemû misilmanên durust û her kesên xwedî wijdan dikin ku li ber van êrîşên Tûranîst, komkujî, nijadperest û faşîst rabin. Li dijî van êrîşên nijadperestî divê gelê me bibe yek. Bêyî ku bikeve nava provokasyonan em li hemberî vê nijadperestiya tarî û tund li ser zemîna hiqûqî û siyasî têbikoşin. Em bi yekîtî û hevgirtina xwe careke din bi bîr bixînin ku dewleta tirk a piştevanê DAIŞ’ê û hevkarên wê nikarin gelê kurd biqedînin. Em ji bûyerên qewimîne dersê werbigirin û li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, têkoşîna xwe ya mafdar bi serketinê tacîdar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar