Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cuma - 11 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çiqas nêzî rojê dibin kelecan zêde dibe

Gula Berbirojê her tim berê wê li rojê ye. Navê xwe ji tevger û jiyana xwe girtiye. Gula Berbirojê bêyî rojê nikare bijî. Hemû enerjî û hêza xwe ji rojê distîne. Roj ji bo wê wekî nan û avê ye.

47 sal berê ciwanên zanîngehan û ciwanên karker li dora Rêber Abdullah Ocalan kom bûn û xwe bi rêxistin kirin. Piştî xwe bi rêxistin kirin ewil gelê Kurd hişyar kirin û piştre bi rêxistin kirin. Ji 22 ciwanan îro bûne bi milyonan ciwan. Me li qadê Newrozan jî dît ku bi milyonan ciwan herikîn qadên Newrozê û li dora bang û peyama Rêber Abdullah Ocalan bûn xelek.

26 sal berê jî dema Rêber Abdullah Ocalan dîl hat girtin, li zindanan bi dehan ciwanan bedena xwe dan ber agir. Dema  li zindana Îmraliyê êşkence li Rêber Abdullah Ocalan hat kirin, bi hezaran ciwan ketin greva birçîbûnê û xwe li pêşiya êşkenceyê kirin mertal.  Dema tecrîd li ser Rêber Ocalan giran kirin, dîsa bi hezazaran ciwan li girtîgehan ketin girevê û Rêber Abdullah Ocalan bi tenê nehiştin. Li welatên Ewropa û gelek welatên cîhanê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi hezaran ciwan ji 10’ê Cotmeha 2023’yan heta niha nêzî salek û nîv e ciwan meşên girseyî li dar dixin û her roj di çalakiyan de ne. Ciwanan li Ewropa, Afrîqa û gelek welatên cîhanê li dora fikrên Rêber Abdullah Ocalan gelek konferans pêk anîn û yekîtiya ciwanên cîhanê ava kirin.

Niha jî ciwan 3 roj in dimeşin. Berê xwe dane Rojê û dimeşin. Mîna Gula Berbirojê. Her ku ber bi rojê ve dimeşin zindî dibin. Her ku ber bi rojê ve dimeşin bi hêz û xurt dibin. Ciwanan 3 roj berê bi şîyara “Bi Civaka Demokratîk em ber bi azadiyê ve dimeşin” dest bi meşê kirin. Ji bo azad bibin divê civakê demokratîk bikin. Ji bo civakê demokratîk bikin divê hêza xwe ji Rêberê xwe ango Roja xwe bigirin. Ji bo vê hêz û qudretê ji Roja xwe bigirin jî divê Rêberê xwe azad bikin. Ji ber vê yekê ciwanan bi biryar û israr dest bi meşa dirêj kirin. Berê xwe dan rojê û meşiyan. Her ku nêzî cihê roj lê hilatiye bûn bêtir bi hêz û xurt bûn. Her ku diçe kelecana ciwanan zêde dibe. Her ku diçe leza ciwanan zêde dibe. Ciwanan êdî nêzî Amarayê ne. Yanî nêzî gundê ku Roj lê hilatiye bûne. Heta niha çi kesên ku berê xwe dane rojê û meşiyane bi rojê re bûne yek. Me di salên 2013-14-15’an de jî dît. Dema bi deh hezaran welatî li navçeya Xalfetiyê dibûn mêvan û bi roj û şev beşdarî mihrîcanên 4ê Nîsanê dibin, roja 4’ê Nîsanê hîna roj hilnedihat; bi hezaran zarok, jin, ciwan kal û pîr diketin rêya Amarayê û bi hevre diketin pêşbirgê. 15-20 kîlometreyan bi hev re diketin pêşbirga meş û revê û xwe digîhandin gundê Amarayê. Rojhilata Rojê li gundê Rojê temaşe dikirin.

Îro jî di pêşengiya Meclisa Ciwanên DEM Partiyê de, ji Amedê ber bi Amarayê ve dimeşin. Ciwanan di 1’ê Nîsanê de li Qada Şêx Seîd dest bi meşê kirin. Cihê ku pêşengê Kurdan Şêx Seîd û hevalên xwe lê hatin darvekirin, li wir ketin tevgerê. Cihê ku pêşengên Kurdan lê hatin kuştin, ciwanan ji nûve ruh da wê qadê û ketin şopa pêşengên xwe. Ji wir jî berê xwe dan Roja xwe.

Ciwan tevî hemû astengiyên polîsan bendê li pêşiya xwe rakirin û derketin rêya Amarayê. Berê xwe dan roja xwe. Ciwan 3 roj in dimeşin. Ewil li navçeya Sîwegerê bûn mêvan. Piştre berê xwe dan Hîlvanê û xwe gîhandine Rihayê. Ciwan dê sibê li Amarayê bin û li cihê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye silavên xwe ji Îmraliyê re bişînin.

Niha jî em vê kelecanê di ruh û rûyê ciwanan de dibînin. Tê payin ku di 4’ê Nîsanê de bi hezaran jin û ciwan li Amarayê li mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin mêvan û silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re bişînin. Ciwan bi vê yekê peyamê didin dewletê û cîhanê. Bi vê meşa xwe diyar dikin ku ew her dem bi tevger in. Destnîşan dikin ku çi bibe bila bibe dê her tim berê wan li rojê be. Dê her tim bi fikr û felsefeya Roja xwe xwe xurt û bi hêz bikin.

Her çend rayedarên dewlê bixwazin li gorî xwe Kurdan û siberoja Kurdan bi teşe bikin jî, ciwan bi vê meşa Amara û tevlêbûna Newrozê careke din helwesta xwe zelal nîşan dan ku ew alîgirê Aştî û Civaka Demokratîk in. Careke din destnîşan kirin ku ew bi her awayî li pey fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in. Ji ber ku ciwanên Kurd hebûna xwe di azadiya fizîkî û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan wekî azadiya xwe dibînin.

Nûçeyên Têkildar