Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Civîna Anarşîst a 150’emîn heta Lozanê

Ji welatên cihê 5 hezar kes di 19-23’ê tîrmehê de li çiyayên Jûra yên Swîsreyê ji bo bîranîna salvegera 150’emîn a Enternasyonal Antî-otorîter a ku di sala 1872’an de pêk hatibû, kom bûn.

Armanca civîna ku zêdeyî 300 çalakî hate lidarxistin ev e ku anarşîst ji bo parvekirineke kolektîf werin ba hev, tecrubeyên xwe yên têkoşînê par ve bikin û hevgirtina enternasyonalîst geş bikin.

Ciwanên enternasyonalîst ên ji kovara Lêgerîn, Tora Piştevaniya Fransî Serhildan, CDK-S û Akademiya Modernîteya Demokratîk ji bo afirandina perspektîfên hevpar beşdarî civînê bûn.

Di pêşangeha pirtûkan a civînê de, bi temaya Tevgera Azadiya Kurdistanê û paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standek hate vekirin.

Ciwanên Enternasyonalîst ên Apoyî jî rojeva xwe tevlî çalakî, pêşangeh, atolye û nîqaşan kirin.

Li ser têkoşîna dîrokî ya ji bo civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya îro li Kurdistanê, bi anarşîstên ji deverên cuda yên cihanê re nîqaş hatin kirin.

Mijara sereke ya nîqaşên 5 rojan ev bû ku têkoşînên cihê yên li ser dinyayê wê bi perspektîfeke çawa ya enternasyonalîst werin ba hev.

Bi organîzasyona ciwanên enternasyonalîst nêzî sed ciwanên ji neteweyên cuda beşdarî meşa mezin a bi boneya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê bûn. Ciwan li pişt pankarta ‘Defend Kurdistan-Kurdistanê biparêze’ meşiyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar