Piştî hilweşandina pergala Şamê, ji bo ku li ser encama ve bûyerê bibe xwediyê para herî mezin, edî her dewletên têkildarî vê hilweşandinê, ketin nava hewldanên pirailî û lezgîni.
Hilbet dewletên di vê hilweşandinê de rola sereke listin, ji hemû dewletên din pirtir û xurtir hewl didin ji bo para mezin a serweriyê û qezencê bidest bixin, ev civîna li Romayê mînaka herî balkêş a şênber e.
Di 9-10-11’ên vê mehê li Roma ya Îtalyayê, ji bo dahatuya Sûriyeyê wezîrên derve yen DYA, Almanya, Fransa, Înglistan, Îtalya û nûnerê YE’yê, 3 rojan li hev civiyan.
Ji bo van dewletan civînek wisa, li goreyî şerd û mercên heyî mirov dikare bêje asayî ye. Lê ya ne asayî û girîng; beşdarnekirina Tirkiyeyê ye!
Lewma piştî vê bûyera Suriyeyê, êdî tê gotin ku dewleta Tirk, ji aktoriya senaryoyan hatiye derxistin û êdî beşdarî projeyên stratejîk û girîng ên herêmê û cîhanê nayê kirin.
Her wiha tê gotin ku ji bo despêkirina pengava vê tevgera HTŞ’ê ya hilweşandina rejîma Sûriyeyê jî, Receb Erdogan bi hurgilî nehatiya agahdar kirin.
Û ji ber vêya Receb Erdogan, mîna maşîna bêfirên berê xwe da Şamê; serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, li pey wî Wezîrê Derve Hakan Fidan şand Şamê û xwe weke serkeft û serwerê vê tevgera hilweşandina pergala Suriyeyê da nîşandan.
Li aliyê din jî, dema navbera desthilatiya Biden û Trump ji xwe re weke wextekî vala û kêrhatî dît û bi lez êrîşên ser destkeftiyên Şoreşa Rojava zêdetir kir; yekser êrîşî Minbicê, Tişrînê û heke rohniya kesk dîtiba, wî êrîşî Kobanê, Qamişlo û hemû Rojava jî dikir.
Lê hesabê malê û bazarê li hev derneket, berovajî hesab û armanca wî raserî berxwedan û xweragiriyek mezin a bi rûmet a hêzên gel û tevgera gel a HSD’ê hat.
Ji ber ku hêzên çeteyên wî yên xwedêgiravî bi navê Arteşa Milî ya Sûriyeyê (SMO) şikest in, êdî ji naçarî hêzên arteşa xwe ya fermî li gel balafirên şer êrîş ajot ser gel û destkeftiyên şorêşê.
Erê van êrîşên hovane yên dagirkerî û qirkerî gelek zerar û ziyan da û hîn jî dide gelê Rojava û Sûriyeyê, Belê him berxwedana gel û him berjewendiyên hevpeymanên navneteweyî destûrê nade dewleta Tirk ku bigihêje armancên xwe yên mêtingeriyê.
Peralelî van tevgerên leşkerî, aliyê siyasî û diplomasî jî bi heman lezgîniyê dewam dike.
Jixwe ev pêvajoya nû ya li gel Rêber APO jî, tê zanîn ku di vê demê de destpê kir û bi heman girîngiya xwe ve birêve diçe.
Her wiha li gel hewldan û civînên dewletên hegemonên cîhanî, di nava tevgera Kurdî de jî livbaziyek bi lez heye.
Bi taybetî li Rojava, dîsa bi hewldanên hinek dewletên hegemon, di serî de DYA, Almanya, Fransa û hwd. peywendî li gel Rêveberiya Xweser, ENKS û bi taybetî li gel fermandariya HSD’ê Mazlûm Kobanê hat tezekirin û germkirin.
Di demjimêrên ku ev gotar dihat nivîsandin de nûçeya hevdîtîna Mazlûm Kobanê û Mesûd Barzanî ya li Hewlêrê di çapemeniyê û medyayê de hat xuyakirin.
Wisa tê dîtin ku hefteyekê berî vê hevdîtinê, ji nişka ve çûna Mesrûr Berzanî ya Enqereyê ya ba Receb Erdogan jî, ne ji vê pêvajoya giştî bêrî ye.
Gelo dixwazin, li Rojava jî statuyek mîna Başûr ava bikin û herdu parçeyan bi hev ve girêdin?
Di encamê de, van bûyerên ku li herêmê û Kurdistanê diqewimin, van hevdîtinên diplomatîk hemû, parçeyên projeya mezin a dîzayna nû ya sedsala 21’an ne.
Bêguman, hegemonên cîhanê, wê hez bikin ku Tevgera Azadiyê jî bixe bin bandora xwe û armanca hewldanên wan ên vê dawiyê jî ev e. Lê wisa diyar dibe, ji ber ku nikare bigihêje vê armanca xwe, ji naçarî têkiliyan li gel çêdike.
Wisa diyar e ev hevîr wê hîn gelek avê bikişine nava xwe û wê li aliyekî bazara dîplomatîk, li aliyê din jî kêşe û rakêşa siyasî, aborî, tundî û tûjî bi hev re bimeşe.
Di vê sedsala nû de an jî bi gotinek din di vê pêvajoya cenga cîhanê ya 3’yan de, kîjan hêz xwedî bîrdozî, siyaset, rêxistin û rêberiya xurtir be, ew ê piştgriya gel bistîne û ew ê serkeftî be.
Li goreyî rewşa heyî, gelê herî xurtir xwediyê van teybetmendiyan e, gelê Kurdistanê ye, ev jî bi taybetî di Şoreşa Rojava de ji aliyê raya giştî ya cîhanî ve hatiye pejirandin, pesendin û lewma di dahatû de gelê herî serkeftî jî; wê gelê me be!