Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 11 Haziran 2025

Ciwan heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê wê têbikoşin

Endamên TCŞ’ê yên li Reqa û Dêrezorê derbarê pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de axivîn û ragihandin ku ew bi xebatên xwe hewl didin fikir û felsefeya Rêber Apo baş belav bikin û peyama “em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin” dan.

ANF Images

Gelê kurd û dostên wan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 welatên cîhanê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ destpê kir. Bi sedan siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, ciwan û kesayetên xwedî bandor li cîhanê beşdarî pêngavê bûn û pêngav di qonaxa duyemîn de bênavber didome.

Ciwanên şoreşger li hemû parêzgehên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hewl didin bi riya xwepêşandan, semînerên diyalogê û weşandina bruşûran fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan belav bikin. Têkildarî vê yekê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên li Reqa û Dêrezorê nerînên xwe anîn ziman.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ê li Reqayê Bîlal El-Mihemed wiha got: “Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berpirsin. Em divê hîn bêhtir tevlî pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ bibin da ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin. Di vî alî de herî zêde wezîfe dikeve ser milê ciwanan, lewma divê em fikir û felsefeya wî belav bikin.”

Rêveberê TCŞ’ê yê li Dêrezorê Xenam El-Ehmed jî diyar kir ku ew weke TCŞ bi semînerên diyalogê û çapkirina bruşûran xebatên xwe birêxistin dikin û destnîşan kir ku her ciwan ji bo rol û mîsyona xwe pêk bîne, divê xwe perwerde bike.

Xenam El-Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev tişt jî got: “Em bi riya organîzekirina civîn û xwepêşandanan, xebatên ji bo belavkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan didomînin. Heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger dikin, em ê têkoşînê bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar