Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Ciwan wê ji bo azadiya Ocalan bimeşin

Tevgera ciwanên kurd TCŞ û TEKO-JIN bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê di 2’yê nîsanê de li bajarê Dûîsbûrg a Almanyayê meşekê lidar bixin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) bi dirûşma ‘Di sala serketinê de Werin Cenga Azadiyê’ wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin.

Banga ji bo tevahî eyaleta NRW’ê hat kirin, hat gotin ku wê meş li Dûîsbûrgê bê lidarxistin.

Di daxuyaniya ciwanan de hat ragihandin ku li gel meşa ku wê li Dûîsbûrgê bê kirin, di heman demê de dê li Koln, Dortmûnd, Dûsseldorf, Bochûm û Mûnsterê jî ciwan tev li bibin.

Organîzasyonên meşê anîn ziman ku dem dema ku hesab ji dewleta tirk a faşîst û qirker bê xwestine û ev tişt got: “Dagirker û faşîzim li kûderê be, ciwanên Kurdistanê jî wê li wir bin heta serketinê li ber xwe bidin.”

Organîzatoran bang li hemû ciwanên kurdistanî û dostên wan ên li NRW’ê dijîn kir ku 2’yê nîsanê saet di 15:00’an li pêşiya gara trenê amade bibin û tev li meşê bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar