Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Ciwanan encamnameya konferansa xwe ragihandin

Ciwanan li bajarê Dortmund ê Almanyayê konferansek li ser rewş û azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Encamnameya konferansa “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” hat aşkerekirin. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku her geşedaneke têkildarî Abdullah Ocalan dê rojeva sereke ya xebatên ciwanan be. 

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin zêdetirî 30 meh in tu agahî nayên girtn. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, ciwanên kurd û enternasyonalîst bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” çalakî dabûn destpêkirin. Di çarçoveya van çalakiyan de ciwanan li bajarê Dortmund ê Almanyayê konferansek li dar xist. Ji welatên Almanya, Swîsre, Fransa, Îtalya û Ingilistanê bi dehan ciwan tev li konferansê bûn. Konferans nêzî 6 saetan dom kir û têkildrî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.

Piştî rûniştinan jî encamnameya konferansê hate weşandin.

Hin biryarên di konferansa ciwanan de hatine girtin

Encamnameya konferansê wiha ye:

* Hemû tiştên têkîldarî Rêber Apo wê bibe navenda xebatên ciwanan.

* Li dijî zîhniyeta netew-dewletê ku piştî Komploya Navneteweyî ya ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiyê êrîşên xwe didomîne, paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo bi hêztir were vegotin û xebatên ji bo vê yekê bêne organîzekirin.

* Felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latîn, ji Afrîqayê heta Asyayê, ji Ewropayê heta Awûstralyayê wek pîvana dilsozî û hezkirinê ya Rêber Apo bê nasandin û belavkirin.

* Tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo ku bi salan e didome, bibe rojev û li ser vê bingehê têkoşîn bê kirin.

* Di çarçoveya Paradîgmaya Azadiya Jinê ya ku Rêber Apo bi ked û hewldanake mezin afirandiye, bi hemû rêxistinên jinan ên cihanê re nîqaş bên kirin û di ronahiya Şoreşa Rojava de ku em dibêjin şoreşa jinê ye, tevbigerin û felsefeya Rêber Apo bê belav kirin.

* Rola DYA, YE, CPT, DMME’ê ku xwe weke sazî û rêxistinên herî demokratîk nîşan didin, di pergala tecrîda li ser Rêber Apo de li ber çavên raya giştî ya cihanê bê aşkerekirin.

* Ji bo ku hemû kesên ku dixwazin vê bêedaletiyê rawestînin, bi taybetî jî rêxistinên hevgirtina xwe bi Rêber Apo û gelê kurd re çêbikin, ji CPT û Konseya Ewropayê re bi awayekî seferberî nameyan bişînin.

* Li dijî helwest û kiryarên ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên kirin, derbikevin û li ser vê bingehê xebat bên kirin.

* Ji bo ku gelek sazî, bi taybetî Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo gavan biavêjin, xebat bên kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar