Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Ciwanê kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin

Hat zanîn ku ciwanekî kurd ê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê girtî bû ji aliyê gardiyanên girtîgehê ve bi îşkence hatiye qetilkirin

Navenda Nûçeyan |

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihand ku ciwanekî kurd li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê ji aliyê gardiyanan ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.

Li gorî agahiyên komeleyê parvekirî hatiye gotin ku ew ciwanê kurd ku navê wî Şahîn Deyrzade ye beriya niha ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatiye destgîrkirin û ceza salek û sê meh lê hatibû birîn û ew di qawîşa 15’an a Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê de digirtin.

Her wiha hatiye gotin ku hefteya borî piştî ku di navbera Deyrzade û rêveberên girtîgehê de alozî derdikeve wî radikin cihekî ne diyar. Roja sêşemê 28’ê îlonê rayedarên girtîgehê bi rêya telefonê li malbata wî ciwanî digerin û ji wan re dibêjin ku ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe biçin Nexweşxaneya Xumeynî ya Bajarê Ûrmiyê.

Komeleyê wiha diyar kiriye: “Ji ber ku ger cenaze xirab bibe dê doktorên edlî nekaribin lêkolînê li ser bikin, ji ber wê yekê bi zanebûn cenazeyê Şahîn Deyrzade xistibûn nav sandiqa şikestî û xirabbûyî ya morgê û ji ber wê cenaze têk çûbû. Ji bo ku sedemê rastîn a qetilkirina ciwanê kurd aşkera nebe sedemê mirina wî wek ‘rawestana dil’ nîşan dan. Agahiyên ku ji girtîgehê tên jî nîşan didin ku bi îşkence hatiye qetilkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar