Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 26 Temmuz 2025

Ciwanên Başûr li dijî êrîşan bang kir

Navenda Nûçeyan |

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Zînî Wartê û Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de ciwanan diyar kir ku PDK’ê li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurdistanê bi dewleta tirk a dagirker re di nav îxaneteke pir mezin de ye û wiha domand: “PDK di dîroka xwe de heta roja me ya îro bi dijminên gelê kurd û Kurdistanê ketiye nava hevpariyê û li hemberî kurdan şer kiriye û xwe firotî ye. Îro jî PDK’ê fermana dewleta tirk a dagirker çûye Zînî Wertê û li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dijminê kurdan re bûye yek. PDK’ê di çarçoveya planên qirêj a dagirkeriya tirk berê xwe daye Zînî Wertê û ketiye nava îxaneteke mezin. PDK’ê li Zînî Wertê cihê gerîla keşif kiriye û agahî daye dewleta tirk a dagirker. Piştî wî jî herêm ji alî balafirên dewleta tirk a dagirker ve hatiye bombebarankirin.”

Bi domdarî jî ciwanan wiha got: “Bi fermana dewleta tirk a dagirker, PDK ev 9 mehe li ser kampa Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo daniye. Bi ambargoyê re PDK’ê rûyên xwe yên îxanetê dîsa derxistiye holê. Mexmûr ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta tirk a dagirker ve hatiye bombebarankirin. Welatiyên kampê şehîd bûne. Dîsa bomberankirina Zînî Wertê dide diyar kirin ku ev planekî berfirehe û PDK’ê têde dîsa rola îxanetê girtiye.

Îxaneta PDK’ê li hemberî gelê kurd û Kurdistanê her ku li Mexmûr û Zînî Wertê derketibe jî temînata gelê kurd û Kurdistanê gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye. Gerîla li hemberî îxanet û dagirkeriyê li her devera Kurdistanê li ber xwe dide. Gerîla hebû û temînata gel û welat e. Divê di serî ciwanên başurê Kurdistanê û hemû ciwan û gelê me bizanibe.

Eger PDK’ê dawî li kiryarên xwe yên îxanetê neyîne ji bo em layiqî vê xaka pîroz bibin em ê erka ku dikeve ser milê dawî li anîna îxanetê û dagirkeriyê li Kurdistanê pêk bînin. Em soz didin dê îxanet û dagirkerî wê tu car li ser xaka Kurdistanê nikare bi kêf û xweşî bimîne. Em ê nehêlin ku li Kurdistanê de yek hênase jî bigirin.

Di serî de bang li hemû ciwan û jinên ciwanên başûrê Kurdistanê û hemû Kurdistanê dikin ku li hemberî îxanet û dagirkeriyê helwesta xwe dayîne û xwedî li Kurdistanê derbikevin. Hûn li ku derêbin û çi ji destê we tê li derê pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar