Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ciwanên Efrînê ji bo azadiya Rêber Ocalan meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê li kantona Şehbayê meşek li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de li navçeya Babinis a kantona Şehbayê meşek li dar xist. Her wiha endamên Tevgera Jinên Ciwan, gelek xwendekaran û şêniyên herêma Efrînê jî tev li meşê bûn.

Meş li pêş yarîgeha Babinisê rawestiya û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferîde Hec Ebdo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Ev bû 23 sal in ku tecrîd û îşkenceyeke pir giran li ser Serokatî tê meşandin. Lê li hemberî vê tecrîd û îşkenceyê têkoşîn û berxwedaneke pir mezin jî heye. Heta ku em negihêjin azadiya Rêber Apo em dev ji vê dozê bernadin. Heya têkbirina dagirkerî û îxanetê li ser axa Kurdistanê em ê têkoşîn û berxwedanê geş bikin.

Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan, ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî em ê her tim li qadan bin ku beramberî vî dijminê hov û dewletên desthilatdar, em ê têkoşîn û şerekî pir mezin bidin meşandin. Em ê xwe li derdora rêber Apo bikin xelekeke ji agir, em nahêlin kesek mafê Rêber Apo di cîhanê de tune bike û bide tunekirin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar