Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Ciwanên Ereb tevlî pêngava azadiyê bûn

Tevlîbûna pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ her roj zêde dibe. Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê ragihand ku ew tevlî pêngava azadiyê bûne.

Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb ên Şengalê li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê endama Însiyatîfê Emîra Hemed ve hate dayîn. Emîra Hemed diyar kir ku Rêber Ocalan di heman demê de Rêberê gelan e û wiha got: “Rêber Ocalan rêya azadî û demokrasiyê nîşan da û îradeya jiyana azad xurt kir.”

Hemed got ku di nava şerê etnîkî, olî û mezhebî de Rêber Abdullah Ocalan çanda yekîtiya gel û baweriyan afirand û wiha axivî: “Rêber Ocalan ji bo parastina çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn rêya birêxistinkirin û xweparastinê nîşan da.”

Emîra Hemed ji hikûmeta federal a Iraqê xwest ku Xweseeriya Şengalê nas bike û destnîşan kir ku ji bo vê yekê wê têbikoşin.

Hemed ragihand ku wê bi rengekî çalak tevlî pêngavê bibin û wiha bi dawî kir: “Yê ku dikare pêşî li siyaseta şer bigire û rêya azadiyê ji gelan re veke Rêber Abdullah Ocalan e. Azadiya Rêber Ocalan wê li Rojhilata Navîn qonaxeke nû bide destpêkirin. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar naxwazin dengê Rêber Ocalan bigihêje gel û tecrîdê giran dikin. Lewma azadiya Rêber Ocalan di serî de weke azadiya gelan tê dîtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar