Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Ciwanên li Ewropayê hînî çanda Kurdî bûn

Ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê do navbera 20 û 29’ê Kanûnê Kampa Govendên Kurd hat lidarxistin. Ciwanan li ser govendên Bakurê Kurdistanê perwerde dîtin û bi şeva moralê perwerdeya xwe bi serkeftî bi dawî kirin.

Kampa Govendên Kurdistanê bi beşdariya 122 şagirt û 24 mamosteyan di 20’ê Kanûnê li bajarê Bielefeld ê Almanyayê destpê kir, di 29’ê Kanûnê de bi coş bi dawî bû.

Ciwanên ku îsal ji Hollanda, Almanya, Swîsre, Fransa û Awûstûryayê tevlî kampê bûn hînî lîstikên govendê yên herêmên Îdir, Qerejdax, Gimgim, Colemêrg, Riha, Amed, Botan û Qoçgirî yên Kurdistanê bûn. Ciwanan her roj saet di 06:30’î de dest bi perwerdeyê kirin û heta saet 22:00 bernameyeke têr û tijî ya perwerdeyê derbas kirin. Li gel perwerdeya govendê her wiha li ser cil û berg û rîtmê jî ders wergirtin. Ciwan bi motîvasyoneke bilind û bi kêfxweşî tevlî perwedeyê bûn.

Li gel bernameya perwerdeyê danê êvarê jî li ser mijarên exlaq û çandê semîner hatin lidarxistin. Di roja dawî ya kampê de jî şeva moralê hate lidarxistin. Ciwanan di şevê de şano, hunera xwe ya muzîkê û govendê pêşkêş kirin. Endamên Koma Amed jî bi rengekî surprîz tevlî bûn û stranên xwe gotin.

Di dawiya şeva moralê de jî ciwanên ku li kampê kedeke mezin dan, bawernameya xwe ya derçûnê wergirtin. Ciwanên ku kamp bi serketî qedandin, bi têgihiştin û baweriya parastina çanda Kurd û bi coş li qadên xwe belav bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar