Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

Ciwanên Şengalê bi meşek meşaleyî Newroz pîrozkirin

Li Şengalê ciwanan bi meşek meşaleyî Cejna Newrozê pîrozkirin, ciwana ragihandin ku wê ti kes nekaribe li ber têkoşîn û berxwedana wan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigre.

Duh li seranserê Kurdistanê Cejna Newrozê bi girseyî û coşek mezin hate pîrozkirin. Duh êvarî li Şengalê jî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidxan û Yekîtiya Ciwanên Êzidî meşek melayetî hate lidarxistin.

Bi sedan ciwanên ku tevlî meşê bûn li ser rêya gundê Kolika ya çiyayê Şengalê lihev kombûn û dest bi meşa meşaleyî kirin.

Di meşê de alên PKK’ê, YBŞ-YJŞ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Ciwanan bênavber dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Newroz pîroz be’ qêriyan. Meşa ciwanan heta goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan dewam kir.

Li wir ciwanan agirê Newrozê bi coşek mezin pêxistin, li ser navê ciwana Sara Botan axivî û got; “Bi ruhê Kawayê hemdem emê têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin. Em weke ciwanên êzidî ji dijminê dagirker re dibêjin, hun çibikin jî hunê nekaribin îradeya civaka êzidî bişkênin û rê li ber pêşketina me bigrin. Me gelek bedelên giran di oxira parasina vê dozê de daye û îro em bi saya serê wan bedelan li ser axa xwene.”

Piştî axaftinan ciwanan li derdora agir govend gerandin û çalakî dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar