Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 8 Mayıs 2025

Çiyayên Cûdî û Mazî dişewitin

Li çiyayê Cûdî ji ber sedemekî nediyar şewat derket û şewat her ku diçe berekî mezin dide ber xwe. Her wiha li çiyayê Mazî jî leşkeran agir berda herêmê û welatî hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin

Li Çiyayê Cûdî ku dikeve herêma bajarokê Bêspîn a girêdayî Silopiya Şirnexê agir bi pûş ket û şewat derket. Li qada Fêrga şewat her ku diçe berfireh dibe û gelek dar şewitîne. Welatiyên derdorê jî li gorî derfetên xwe mudaxeleyî şewatê dikin. Nehat zanîn şewat ji ber çi sedemê derketiye.

Komên agirkujiyê yên Şaredariya Silopiya sewqî herêma şewatê hatin kirin.

Li çoltera çiyayê Mazî ya li herêma gundê Xursê yê girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê jî di saetên serê sibehê de şewat derket. Li herêma ku di navbera gundên Îzer û Dokanê de ye, bi sedan donim erazî şewitî. Welatiyên herêmê bi derfetên xwe yên kêm hewl didin şewatê vemirînin lê hêza wan têrê nake.

‘Leşkeran agir berda herêmê’

Şêniyên herêmî qala sedemên derketina şewatê kir û ev agahî dan: “Di danê sibehê de piştî ku leşkerên tirk ji opearsyonê vekişiyan, agir berdan herêmê. Bi mehane herêm bi maşîneyên hewa yên bêmirov tê şopandin. Herî dawî jî leşkeran duh li vê herêmê operasyon dabû destpêkirin.” ŞIRNEX-MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar