Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Cizîr di bin avê de ma: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber barana zêde, hemû rê dibin avê de man. Li  dehan malan xesara madî çêbû û 2 welatiyên di wesayîtan de ber avê ketin jî jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di saetên şevê de ji ber barîna barana zêde jiyana rawestiya. Ji ber barîna baranê ya bi saetan, ceyranên gelek taxan qût bûn. Hema bêje hemû rêyên ji aliyê qeyûm ve hatibûn nûkirin û tim propagandeya wan dikir, dibin avê de man. Ji ber ava bilind bû, gelek wesayîtên welatiyan di rêyan de asê man û gelek welatiyan nekarîn biçin malên.

Bi taybetî li taxên Konak, Nûr, Şah û Cûdî yên Cizîrê, bi dehan mal dibin avê de man. Boriyên kanalîzasyonê teqiyan, di malên behsa wan tên kirin de jî xesara madî çêbû. Dîsa li taxa Konak, welatiyên wesayîta wan ber avê ket, bi derfêtên xwe, xwe ji xeniqandinê rizkar kirin.

2 kesan jiyan xwe ji dest dan

Di heman demê de hat diyar kirin ku wesayîta melayekî navê wî nehat zanîn ku berî demekê ji bo bajêr tayîna wî hatibû kirin û di wesayîtê de hevjîn, dayîk û zarokê wî jî hebûn ber avê ket û heta Çemê Dîcle kaş bû. Hat desnîşan kirin ku mele û zarokê xwe xelas bûn lê dayîk û hevjîna wî jiyana xwe ji dest dan.

Parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, li ser hesabê xwe  yê medya civakî agahiya vê bûyer parve kir. Li aliyê din, li gelek cihên bajêr ên cuda qezayên trafîqê rû dan. Li bendê ye ku zirara ji ber barîna baranê ya zêde, dinava rojê de derbikeve holê. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar