Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Coşa 8’ê Adarê li Wanê dest pê kir

Coşa şahiya 8'ê Adarê li Wanê dest pê kir. Bi hezaran jin ji bo beşdarî mîtînga 8'ê Adarê bibin bi cil û bergên xwe yên neteweyî diherikin qada mîtîngê

Li Wanê coş û kelecana pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê kir. Jinên wanî ji bo beşdarî mîtînga 8’ê Adarê ya di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de tê lidarxistin bibin, berê xwe dan Parka Musa Anter a li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê. TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê bi şîara “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” mîtingê li dar dixe. Jinên herikîn qada mîtîngê, qad bi nepoxên spî û xemrî xemilandin. Dîsa pankarta “Serhildana me ji bo azadiya me ye” vekirin.

Bi sedan jinên ku ji Agirî, Qers, Îdîr û Colemêrgê hatibûn jî herikîn qada mîtîngê. Jin bi tevlêbûna Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bi cilên herêmî û neteweyî dimeşin qada mîtingê. Jin bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan” û “Jin, jiyan, azadî” berz dikin. Jinên ketin qadê li ber stranên Koma Deşta Gever govend girtine.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran dê di mîtîngê de bi axive û Hunermend Pinar Aydinlar stranan bêje. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar