Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Temmuz 2025

CPJ: PDK bila dîktatoriyê neke Bradostî berde!

Komîteya Berevaniya li Nûçegihanan (CPJ) li dijî hêzên PDK’ê helwestn nîşan da û xwest ku demildest nûçegihan Zibêr Bradostî were berdan

Desthilatiya PDK’ê bi tifaqa qirêj a di navber wê û dewleta tirk de sînorê zext, tundî û binpêkirinê mafan nas nake. PDK li aliyekî piştgiriya dewleta tirk dike ku başûrê Kurdistanê dagirdike, li aliyê din jî rojnamegerên ku vê tifaqa qirêj a li dijî civak û erdnîgariya Kurdistanê aşkera dikin binçav dikin. PDK li başûrê Kurdistanê wekî nûnertiya AKP’ê tevdigere û tiştên ku jê tê xwestin pêk tîne. Li ser ferman û îstixbarata MÎT’ê ya dewleta tirk asayîşa PDK’ê rojane welatiyên kurd û rojnamegerên ku li dijî vê tifaqa qirêj binçav dikin, digirin û gefan li wan dixun. PDK’ê herî dawî 10 roj berê nûçegihanê Ajansa Rojnewsê Zibêr Bradostî binçavkir û ji wê rojê ve ye tu agahî jê naye girtin.

Komîteya Berevaniya li Nûçegihanan (CPJ) têkilî nûçegihanê Ronewsê Zibêr Bradostî ku ji hêle asayişa PDK’ê ve hat binçavkirin û ev 10 roj in agahî jê nayê girtin, daxuyaniyeke niviskî da. CPJ’ê bang li rayedaran kir û xwest ku  Bradostî demildest wer berdan.

CPJ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir Bradostî ji hêla Fermandariya Helgurdê ya PDK’ê ve hatiye binçavkirin, nayê hiştin ku kesî bibîne û ji roja ku hatiye binçavkirin û heta niha ew nebirine dadgehê jî.

‘Pergala dîktator’

Nûnerê CPJ’ê yê Rojhilata Navîn û Efrîkeya Bakur Îgnacîo Mîguel Delgado wiha got: ”Rêveberên kurd xwe weke ku demokrat bin nîşan didin. Lê encama pergala dîktarorî ye ku nûçegihaneke beleheq were girtin. Banga me li Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ew e ku Zibêr Bradost demildest were berdan an jî derbarê aqûbeta wî agahiyê berdin û bibin dadgehê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar