Di sala 1989’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) 20’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Mafê Zarokan qebûl kir. Bi giştî li seranserê cîhanê 191 welatan ku dewleta tirk jî di nav deye, peyaman ji bo parastina mafê zarokane îmzekirin.
Li gorî xal û peymanê, mafê hemû zarokan yê perwerde, tenduristî û parastinê heye, ew welatên îmzekirine jî divê li gorî peymanê tevbigerin. Dewleta tirk a dagirker guh nade tu peymanên ji bo parastina mafê zarokan hatine îmzekirin û li ber çavê cihanê zarokên kurd bi awayekî hovane qetil dike.
Li gorî daneyên Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT), ji sala 1991’an heya niha, dewleta tirk a dagirker 81 zarok qetil kiriye û 115 jî birîndar kirine.
Tevî êrîşên berçav yên dewleta tirk ên li ser zarokan, lê heya niha jî rêxistinên taybet girêdayî zarokan, çi li Iraqê yan î li ser asta navnetewî be, dijî sûc û êrîşên dewleta tirk dengê xwe dernexistine.
Me xwest em li ser mijarê bi Desteya Mafê Mirovan ya li Herêma Kurdistanê re bi axivin û çend pirsan ji wan bikin. Lê tenê di bersiva me de gotin; “Em şermezar dikin, sînorek ji bo me hatiye diyarkirin û em derveyî wê nikarin tu karek din bikin.”
Ji xwe li ber çavê hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê, zarok tên qetilkirin, lê ti helwestek nîşan nadin û xwedî li zarokan dernakevin. Berevajiyê vê bi hev re destê xwe dixin destê dijminan û hevkariya komkujiyan dikin.