Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin

Siyasetmedarên kurd derbarê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dosyek radestî CPT’yê kir. CPT’yê diyar kir ku ew mijarê dişopînin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê 22 sal in tê tecrîdkirin. 8 meh in agahî ji Ocalan û sê girtiyên gel wî nayê wergirtin. Hiqûqzan û siyasetmedarên kurd li dijî tecrîdê li gelek deverên Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê rabûne ser pêyan û çalakiyan li dar dixin. Siyasetmedarên kurd ên duh li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) nobeda ‘Ji Ocalan Re Azadî’ digirin, dosyeyek amade kirin û duh radestî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kirin.

Di naveroka dosyeyê de qala tecrîdkirina Ocalan û mafên wî û her wiha binpêkirinên mafê girtiyan ên li girtîgehên Tirkiyeyê hat kirin. Hat zanîn ku rayedarên CPT’yê ku dosyeyê wergirtin, wiha gotine: “Em geşedan û bûyerên li Îmraliyê dişopînin. Tim bala me li ser e. Ji avabûna CPT’yê heta niha xebatên ku me li hundir kirine li derve nayên dîtin. Em nikarin rave bikin ka em çi dikin. Lê em bi awayekî aktîf li ser vê mijarê dixebitin. Beriya niha di sala 2019’an de li ser Îmraliyê raporek me hebû. Binpêkirinên ku me di vê raporê de behs kirine hene. Pêvajoya diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re ji bo rakirina van binpêkirinan bi awayekî aktîf didome û em ê vê ya berdewam bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar