Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Dadgeha Îstînafê polîsê ‘tecawizkar’ berat kir!

Dadgeha Îstînafê polîsê tîmê taybet B.K. ku tecawizî jina bi navê M.B. kiribû berat kir

Li Mêrdînê di 9’ê gulana 2016’an de polîsê tîmê taybet B.K. li ser medya civakî jina bi navê M.B. (21) nas kir. Polîs B.K. piştî nasînê tecawizî M.B. kir. Derbarê polîs de ji sûcê “Êrîşa Zayendî ya Biwesf” heta 12 salan bi cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin. Doz di 8’ê sibata 2018’an de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin û dadgehê polîs berat kir. Piştî biryara beratê dosye çû Dadgeha Îstînafê ya Herêma  Dîlokê. Li ser îtîraza parêzerêne mexdûr M.B., danişîn li Îstînafê hat dîtin.

Çaremîn danişîna dozê duh li Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê hat dîtin. Parêzerên mexdûr M.B. û parêzerên polîs beşdarî danişînê bûn. Parêzerên M.B. diyar kirin ku polîs B.K. sûc kiriye û sûcê wî sabît e û roja bûyerê bi darê zorê îstîsmara zayendî li hember M.B. pêk aniye û lêdaye.  Parêzeran da zanîn ku di raporên hatine wergirtin de jî aşkere dibêje ku polîs sûc kiriye û xwestin polîs bê girtin û cezakirin. Parêzerên bersûc B.K. jî xwestin bersûc bê beratkirin.

Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî erê kir. Heyeta dadgehê bi hênceta “delîl têr nakin” sûcê polîs tune hesiband û polîs berat kir. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar