Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Dadgeha PDK’ê li welatparêziyê cezayê pere birî!

Dadgeha Dêralokê bi sedema ku tev li berxwedana Şêladizê ya li dijî dagirkerên dewleta tirk bûne, li 15 kesan cezayê 100 hezar dînarê Iraqê birî. Hat zanîn ku welatiyan di dadgehê de gotine ku ew ne poşmanin ku tev li berxwedana li dijî dagirkeriyê bûne

Li dijî hêzên artêşa tirk ên li Şêladizê, welatiyên Şêladizê rabibûn serhildanê û baregehên leşkerî yên artêşa tirk şewitandibûn. Piştî serhildana Şêladizê, gelek kes ji hêla PDK’ê ve hatibûn girtin. Ji kesên hatin binçavkirin her çiqas gelek jê hatibin berdan jî, 15 kes hê jî girtî dihatin darizandin. 15 berxwedêrên Şêladizê îro li Dadgeha Dêralokê hatin darizandin.

15 kesên ku piştî berxwedana Şêladizê hatibûn girtin, li gorî xala 10’an a qanûna hejmara 11 ku sala 2011’an hatibû derxistin hatin darizandin. Rûniştina dozê saet di 09:00’an de dest pê kir û 5 parêzer beşdar bûn. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine bidestxistin, 15 kesên îfade dane diyar kirine ku tiştek nekirine û ne poşmanin ku beşdarî berxwedana Şêladizê bûne.

Heyeta dadgehê ji bo 15 kesan 100 hezar dînarê Iraqê ceza birî. Parêzer Rêwing Yasin wiha got: “Kesên ku piştî berxwedana Şêladizê hatibûn destgîrkirin ji bo her rojekê dê 3 hezar dînar perê bidin.”

Li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê kesên hatine cezakirin, dikarin biryara dadgehê di nava 30 rojan de bibin dadgeheka temyizê. Parêzer Rêwîng Yasin got piştî hevdîtina li gel muwekîlan dê biryar bidin ku biryara dadgehê bibin temyizê yan ne. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar