Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Dadgehê 9 sal û 8 meh ceza da Canan Kaftancioglu

37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi hinceta parvekirinên medyaya civakî, 9 sal û 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû birî

Der barê seroka CHP’ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglu de bi hinceta parvekirinên medyaya civakî yên di salên 2012-2017’an de, bi îdiayên ‘Heqaret li serokomar kiriye’, ‘Ji ber karê ku dike heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye’ , ‘Biçûkxistina Dewleta Komara Tirkiyeyê’, ‘Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye’ û ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ doz hatibû vekirin. Ji ber van îdiayan jî heyeta dadgehê ji 4 sal û 10 mehan heta 17 salan cezayê girtîgehê dixwest.

Danişîna doza Kaftancioglu ya îro li 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin. Di danişînê de dadger gotina dawî ji Kaftancioglu pirsî û wê jî wiha bersivand: “Ev ne gotina min a dawî, bila ya yekemîn be. Encam çi dibe bila bibe, ez ê ji gotin û fikrên xwe paşde gav neavêjim. Li hundir an jî li derve, li ku dibe bila bibe ez ê ji dev ji xeyalên xwe bernedim. Tu caran dê nebe gotina min a dawî. Demsala me dest pê kir. Wî winda kir. Em, 80 milyon bi ser ketin.”

Piştre jî heyeta dadgehê ji ber îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ salek û 6 meh, ji ber îdiaya ‘Ji ber karê ku dike heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye’ salek û 20 roj, ji ber îdiaya ‘Heqaret li serokomar kiriye’ 2 sal û 4 meh, ji ber îdiaya ‘Dewlet biçûk xistiye’ salek û 8 meh û ji ber îdiaya ‘Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye’ jî 2 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da Kaftancioglu. Bi giştî jî 9 sal û 8 meh û 20 roj ceza li Kaftancioglu hate birîn. Heyeta dadgehê ji bo cezayê hate birîn biryara paşdexistinê neda. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar