Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 1 Ağustos 2025

Dadgehê ceza li rêveberên HDP, DBP û ÎHD’ê birî

Dadgeha Meletiyê li endam û rêveberên HDP, DBP û ÎHD’ê yên ku di 27’ê mijdara sala 2018’an de hatibûn binçavkirin, ceza birî

Polîsên dewlet tirk di 27’ê mijdara sala 2018’an de li Meletiyê hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Meletiyê yê berê Ozcan Agdaş, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Meletiyê Nermîn Tuncel, hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Meletiyê Gonul Ozturkoglu, hevserokê HDP’ê ya Navçeya Battalgaziyê Ahmet Aksu, hevserokê HDP’ê ya Navçeya Yeşîlyûrtê Azîz Dogan, rêveberê HDP’a Meletiyê yê berê Hasan Karvar û endamê HDP’ê Ahmet Tûran Sertkaya binçav kiribûn. Piştre jî Hasan Karvar hatibû berdan û 6 kesên din jî bi îdiaya ‘Endamên rêxistinê ne’ hatibûn girtin.

Di danişînên hatibûn dîtin de her 6 kes jî hatibûn tehliyekirin. Danişîna biryara dozê ya siyasetmedaran du roj berê li Dadgeha Meletiyê hate dîtin. Dadgehê li Azîz Dogan salek û 8 meh, li Ahmet Aksû salek û 8 meh ceza birî û cezayê wan taloq kir. Dadgehê li Gonul Ozturkoglu 6 sal û 3 meh, li Nermîn Tuncel 6 sal û 3 meh, li Ozcan Agdaş 6 sal û 3 meh û li Hasan Karvar jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê der barê Ahmet Turan Sertkaya de jî biryara beraetê da.

‘Biryareke siyasî û derhiqûqî ye’

Têkildarî mijarê seroka Şaxa ÎHD’ê ya Meletiyê Gonul Ozturkoglu axivî û diyar kir ku biryar hiqûqî nîne û biryar bi temamî siyasî hatiye dayîn. Ozturkoglu destnîşan kir ku ew ji ber xebatên xwe yên mafên mirovan ên komeleyê hatiye cezakirin û wiha bi dawî kir: “Ez bang li dadger û dozgeran dikim ku guh bidin hiqûqê û li gorî hiqûqê tevbigerin.” MELETÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar