Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Dagirkeran goristana êzidiyan a li Efrînê talan kirin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Qestel Cindo yê Şerayê, Goristana Şêx Hemîd a êzidiyan talan kir, darên li derdora goristanê birîn

Çavkaniyên ji navçeya Şerayê ragihand ku artêşa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê Goristana Şêx Hemîd a Êzidiyan a li gundê Qestel Cindo talan kir û darên bi temen ên li derdora wê birîn.

Goristana Şêx Hemîd ji bo kurdên êzidî cihekî pîroz e ku di şahî û cejnan de serdana wî dikin. Çeteyên dewleta tirk a dagirker bi armanca lêgerîna kevnerên dîrokî çend caran goristan hilweşand.

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk û çeteyên wê sûcên xwe li dijî mîraseya çandî ya êzidiyan pêk tîne. Piştî dagirkirina Kantona Efrînê gelek goristan rûxandin.

Beriya vê jî çeteyên dewleta tirk mezintirîn mezargeha êzidiyan a li çiyayê Şêx Berekat a bajarê Derêt Ezê desteser kirin û piştî ku kevneşopên êzidiyan ji wir derxistin goristan kir navenda çavdêriyê. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar