Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

Dagirkeran li Efrînê 10 mamoste revandin

Komên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê 7 jê jin, bi giştî 10 mamoste revandin. Hat zanîn ku ji mamosteyên hatine revandin yek jê ducanî ye

Hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên DAIŞ, El Nusra, El Qaîde, Ehrar El Şam û OSO’yê kiryarên xwe yên dermirovî yên li dijî gelê Efrînê didomînin. Hêzên dagirker ku li Efrînê zilmekî mezin li şêniyên resen ên Efrînê dikin, rojane welatiyan direvînin, digirin, binçav dikin û îşkence dikin. Di heman demê de polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê jî di asteke herî bilin de dimeşînin.

Hat zanîn ku komên çete yên girêdayî artêşa tirk, li Efrînê 7 jê jin bi giştî 10 mamosteyên kurd revandin. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku mamosteyên ku li taxa Eşrefiye ya Efrînê dixebitin, piştî ku ji dibistanê derketin hatin revandin. Çavkaniyan ragihand ku ji mamosteyên hatine revandin yek jê ducanî ye.

Navên mamosteyên hatine revandin wiha ne: “Sedîqa Xelîl, Ronahî Şêxsîdî, Behzat Xelîl, Reşît Bayram û Ronya, Bêrîvan, Nesrîn û Juliyet ku paşnavên wan nehatin zanîn.”

Çavkaniyên ji Efrînê got ku hêzên dagirker li Efrînê axaftina bi zimanê kurdî qedexe kirine. Çavkaniyan diyar kir ku komên çete li navçeya Raco ya Efrînê jî gelek dar birîne. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar