Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 11 Haziran 2025

‘Dagirkeriya li ser axa me tundiya ser bedena me ye’

Bi armanca piştgiriya YPJ’ê Yekitiya Jinên Ciwan meşek li Kantona Qamişloyê li dar xist

Bi armanca piştgiriya Yekîniyên Parastina Jinê (YPJ), Yekitiya Jinên Ciwan ên Kantona Qamişloyê meşek girseyî li Kantona Qamişloyê bi dirûşma ‘Dagirkeriya li ser axa me tundiya ser bedena me ye’ lidar xist. Bi sedan welatiyên bajarê Qamişloyê, sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweser tev li meşê bûn. Meş ji çerxereya têkoşerên Enternasyonalîst a bajarê Qamişloyê dest pê kir. Piştre meş veguherî mîtîngê.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Li ser navê ciwanan endama Yekitiya Jinên Ciwan Jiyan Koçer axivî û wiha got: “Meşa ku îro me lidar xistiye, li hember dewleta tirk a ku dixwaze gelê me qir bike ye. Carek din li ber çavê hemû cîhanê komkujî pêk hat. Zarokên me şehît ketin û yê birîndar jî hene. Em wek jinên ciwan em ê têkoşîna xwe bi hêz û xurtir bikin.”

Piştî mîtîng bi dawî bû xwendekarên Efrîn û Cizîrê têkîldarê komkujiya li Til Rifet daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama meclisa xwendekarên Efrînê Avrîn Hesen ve hat xwendin û ev tişt hat gotin: “Dewleta tirk û hevkarên wê rojane êrîşên xwe li ser herêmê dimeşînin weke topbarankirina li ser sivîlên li gund û bajarokê herêmê weke Soxanekê, Aqîbê,  Şêx Îs û navenda bajarê Arfadê û hewildana qirkirin û tunekirina gelan a ku hebûna xwe li ser tunebûna wan dide avakirin.

Herî dawî jî duh li pêş çavê cîhanê û neteweyên yekbûyî komkûjiyeke din derheqê efrîniyên ku li Arfetê hatin bicihkirin û zarokên ku li kolana bajêr dilîstin pêk anîn û di encama vê komkûjiyê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn.

Em banga xwe ji hemû rêxistinên mafên Mirovan û parastina zarokan re dikin ku li dijî van êrîşan  derkevin û helwesta xwe  li hemberî van qirkirinan zelal bikin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar