Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

DAIŞ’iyên Erdogan kom bi kom vedigerin Girê Spî

Çete û serçeteyên DAIŞ’ê yên ku li gel leşkerên tirk tev li êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê bûn, kom bi kom vedigerin Girê Spî û Serêkaniyê. Hat ragihandin ku tevî serçeteyan, gelek çete û malbatên wan vegeriyan Girê Spî

Dewleta tirk û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê ji 9’ê cotmehê ve li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê pêk tînin. Dewleta tirk di şer de herî zêde çeteyên DAIŞ û El Nusrayê bi kar tîne. Belgeyên vê yekê jî roj bi roj zêdetir tên parvekirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Girê Spî, çete Xesan Xelîl ku serçeteyê berê yê DAIŞ’ê bû li gel leşkerên dewleta tirk vegeriya Girê Spî.

Çavkaniyê destnîşan kir ku çete Xesan Xelîl ji bajarokê Hemam Tirkmen ê Girê Spî ye yek ji serçeteyên DAIŞ’ê bû. Çeteyê DAIŞ’ê piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundewarên Dêrazorê rizgar kirin, reviyabû dewleta tirk. Çavkanî bi lêv kir ku çete Xelîl weke serçeteyê komeke ku bi dewleta tirk re êrîşî rojavayê Kurdistanê kir re derbasî Girê Spî bûye.

Çeteyan jinek tecawiz kir

Bi derbasbûna çeteyan a li Girê Spî re binpêkirinên li dijî sivîlan jî dest pê kir. Têkildarî mijarê çavkanî wiha dibêje: “Çeteyan destdirêjî li şêniya bi navê Kerme Dodan kir û heqaret lê kir. Kerme Dodan ji şêniyê bajarokê Hemam Tirkmenê ye.” Di heman demê de çeteyên DAIŞ’ê yên ku reviyayîn jî bi dagirkeriya dewleta tirk re careke din vegeriyan Girê Spî. Çavkaniyan bi lêv kir ku ‘emîrê zexîreyê’ yê DAIŞ’ê Îsmaîl Îdo tevî 150 DAIŞ’iyên vegeriya Girê Spî.

DAIŞ’î yek bi yek vedigerin Girê Spî

Her wiha endamên malbata El Belo ku tevlêbûna DAIŞ’ê ragihandine, careke din vegeriyan Girê Spî. Ev agahî ji hêla Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ve jî hate piştrastkirin. Her wiha serçeteyê DAIŞ’ê Xalid Bin El Welîd ku di çapemeniya DAIŞ’ê de cih digirt û dîmenên qurbaniyên kortika El Hotayê di dema serweriya DAIŞ’ê de kişandine jî vegeriya Girê Spî. Ev çeteye ji kurên pismamên yekemîn emîrê DAIŞ’ê yê Girê Spî Xelef El Helos e. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar