Desthilata demkî ya Şamê di 13’ê Adarê de ragihand ku “Danezana Destûrî” qebûl kirirn. Di serî de jin û gelên Sûriyeyê bertek nîşanî danzena dijdemokratîk dan. Jinan têkildarî nerazîbûna li hemberî “Danezana Destûrî” ji axivîn. Fikriye Ferho diyar kir ku ew 36 salan derketiye derveyî welat lê bi destpêkirina şoreşa Rojava re hate serdana Rojava û êdî bi hêsanî tê welatê xwe. Fikriye wiha behsa destûra nû ya desthilata Şamê kir: “Destûra ku hatiye îmezekirin tu carî nayê pejirandin. Destûrê ku mafên jinan tê ne nîn e, tu carî nayê pejirandin. Piştî ew qas ked û şehîdên ku me dane em ê çawa vê destûrê bipejrînin. Tu cudahî di navbera hikumeta Baasê û desthilata Şamê ya demkî de tune ye. Eynî zîhniyet, desthildarî û kiryaran pêk tînin. Di destûrê de tu biryara gelan tune ye. Civakê Êzidî tu carî destûra nû qebûl nake.”
Eliye Osman wiha axivî: “Bi navê sîstema ku dide meşandin diyar bû ku wê tu mafên ji bo gelan neyên dayîn. Vê destûrê mafên Kurd, Suryan û Ermenan çewisandine.” Eliye wiha dewam kir: “Destûra ku hatiye nivîsandin, hişmendiya dûrxistinê diçespîne û pêkhateyên bingehîn ên civakê biçûk dixe, her wiha mekanîzmayên parastina azadiyan tê de nîn in. Bi vê destûrê xeterî li ser civak û jinan heye. Jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî vê destûrê qebûl nakin.”
Çeklîn Hemo jî wiha got: “Rewşa civakî vedibêje, lê mafên tevahî pêkhateyan hatine windakirin. Sûriyeya nû hewceyî destûreke nû ye ku cihêrengiya wê nîşan bide û mafên hemû welatiyên wê garantî bike. Lêvegereke berfireh li ser Danezana Destûrî were kirin û hemû pêkhate beşdarî proseya nivîsandinê nekirin.”