Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Danîmarka êdî çekan nafiroşe Tirkiyeyê

Danîmarkayê biryar wergirt ku êdî çek û cebilxaneyê nefiroşe Tirkiyeyê û Tirkiye ji bo vekişîna ji herêmên kurdan hişyar kir.

Lîsteya Yekîtiyê û Partiya Çep Sosyalîst ji bo ambargoya çekan a li dijî Tirkiyeyê pêşnûmeyek pêşkêş kiribûn. Pêşnûme li Parlamenta Danîmarkayê hate nirxandin û biryar hate wergirtin ku çek û cebilxane ji bo Tirkiyeyê neyên firotin.

Ji bilî Partiya Bûrnûvaya Nû ya mûxafazakar û netewperest a ku sala 2015’an ava bû, parlamenterên hemû partiyên din pêşnûme pejirandin.

Di encamê de li hev hate kirin ku şîrketên Danîmarkî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.

‘Xwe ji herêmên kurdan vekişîne’

Her wiha ji dewleta Tirk hate xwestin ku xwe ji herêmên kurdan ên dagirkirî vekişîne.

Parlamentera Lîsteya Yekîtiyê û Berdevka Polîtîkaya Derve Eva Flyvholm ku pêşengî ji pêşnûmeyê re kir, diyar kir ku hema bêjin pêşnûme bi yekdengî hatiye pejirandin û ev yek ji bo wê serbilindî ye. KOPENHAGEN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar