Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Danûstandinên Mîr ên bi dewleta tirk re li Şengalê bûye cihê nerazîbûnê

Ji Rêveberên PADÊ Saleh Êzdîn Xelo bal kişand ser hevdîtina Mîr Hazim Tehsîn Beg a bi rayedarên dewleta tirk re û got, "Nayê qebûlkirin ku Mîr biçe sefaretxaneyên tirk û bi wan re hevdîtinan bike. Nabe ku bi Erdogan re hevdîtinê bike."

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ û Bepirsyarê Şaxê PADÊ yê Duholayê Saleh Êzdîn Xelo têkildarî hevdîtina Mîr Hazim Tehsîn Beg a bi rayedarên dewleta tirk ya dagirker re ji ANF’ê re axivî.

Berî her tiştî têkildarî hilbijartina Mîrtî ya li nava civaka Êzidî axivî û ev anî ziman: “Li gorî rêûresmê Êzdatiyê Mîr bi hilbijartinê dibe mîr. Dema Mîr rehma xwedê kir, mezinê çiyayê Şengalê, mezinê welatê şêx û Meclîsa Rûhanî li hev kom dibin, yek ji binemala mîr ji bo mîrtiyê dihilbijêrin. Hazim Tehsîn Beg ne bi deng û bi taybetî dengê Êzidiyên Şengalê hate hilbijartin. Ew bi dengê hinek aliyên siyasî hate hilbijartin.”

Xelo bal kişand ser serdanên Mîr Hazim Tehsîn Beg ên ji bo welatên Ewropa û Iraqê û got: “Divê Mîr ji bîr neke ku kî dost û kî dijminê qewmê wî ye.”

Xelo  bi bîr xist ku fermanên heta niha li civaka Êzidî rabûne ji dema Osmaniyan heta niha piraniya wan ji aliyê dewleta tirk ve hatine kirin û got, “Divê Mîr ji bîr neke ku Osmaniyan çiqas komkujî li Êzidiyan kirin. Bi mîlyonan Êzidî hebûn, lê belê ji ber êrîşên Osmaniyan belav bûn. Ji wê rojê heta dema Erdogan dijminahiya Êzidî û dînê Êzdatiyê dike. Dixwazin me tune bikin. Nayê qebûlkirin ku Mîr biçe sefaretxaneyên tirkan, bi wan re hevdîtin bikin. Nabe ku bi Erdogan re hevdîtinê bike.”

Xelo her wiha  spasiya Almanya jî kir ku qirkirina li ser civaka Êzidî weke jenosîd qebûl kiriye.

Êzdîn Xelo herî dawî bang li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir ku xwe nêzî aliyên siyasî neke.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar