Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 19 Haziran 2025

Daristana herî kevn a dinyayê hate dîtin

Zanyaran ragihandin ku wan daristana herî kevn dîtine. Hate ragihandin ku daristana herî kevn li herêma Catskîlls a li nêzî bajarê Caîro yê li eyaleta New York a DYE’yê ye

Zanyaran daristana herî kevn a dinyayê dîtin. Tê gotin ku daristan li eyaleta New Yorkê ya DYE’yê ye. Tê destnîşankirin ku daristana kevn dibe ku der barê têkiliya navbera daristanê û avhewayê agahiyên girîng pêşkêş bike.

Dihate texmînkirin ku daristana fosîl a herî kevn a dinyayê jî li qada sîtê ya Gîlboa ya herêma Catskîlls a li bakurê eyaleta New Yorkê ya DYE’yê ye. Tê texmînkirin ku temenê vê daristanê jî 385 milyon sal e.

Daristana li Caîro jî li heman herêmê ye û bi 40 kîlometreyî dûrî Gîlboayê ye.

Daristana li Caîroyê di encama karên zanistî yên 10 salan ên 11 zanyaran de hate dîtin û aşkera bû ku 2 heta 3 milyon salî ji daristana li Gîlboayê kevntir e.

Ji profesorên Zanîngeha Bînghamtonê Wîllîam Steîn der barê karê xwe axivî û ragihand ku ew li cûreyên darên ‘Eospermatopterîs’ rast hatine ku mîna palmiye ji cûreyên daran ên prîmîtîf in. Her wiha wan gihayê bi cûreyê ‘Archaeopterîs’ jî dîtine.

Bi lêkolînên li ser van daran wê bê fêhmkirin ku dar li hemberî guhertina avhewayê xwe bi çi rengî guhertine û bi vî rengî hebûna xwe parastine. Tê plankirin ku bi vê yekê re têkiliya navbera guhertina avhewayê û bêdaristanhiştinê wê baştir bê fêhmkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar