Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Daxuyaniya PYD’ê ya ji bo Şengalê

Meclisa Giştî ya PYD’ê têkildarî Şengal û zextên Iraqê ya li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî parve kir û diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên YBŞ’ê nûnertiya vîna gelê Şengalê dikin

Navenda Nûçeyan |

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) têkildarî hewldan dagirkirina Şengalê û zextên hikûmeta navendî ya Iraqê daxuyaniyeke nivîskî parve kir û berxwedana şengaliyan silav kir.

Daxuyaniya PYD’ê ya derbarê mijarê de wiha ye:

“Di destpêkê de, em berxwedana gelê xwe yê Şengalê û sekna wan a li pêşberî binpêkirinên nedemokratî yên hikûmeta Iraqê ya li hemberî Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê, silav dikin. Şêniyên Şengalê bi dehan caran rastî qirkirinê hatine, ji encama tunebûna hêza xwe ya taybet a parastinê û komkujiya di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hatine kirin, mînaka herî şênber a vê rastiyê ye.

Hêzên Ewlekariya Hundurîn û Hêzên YBŞ’ê nûnertiya vîna gelê me yên Şengalê dikin û ew di heman demê de misogerên ji bo astegkirina komkujiyên nû derheqê wan in. Ew beşek ji sîstema parastinê ya Iraqê ne, ne dijî Iraqê ne. Berovajî vê yeke modela Rêveberiya Xweser a Şengalê mifteya çareserkirina hemû pirsgirêkên li Iraqê ne, ew modeleke demokratîk û alternatîf e.

Em wekî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bang li hikûmeta Iraqê dikin ku li şûna zimanê zext û tehdîdê zimanê diyalogê bipejirîne û taybetmendiya vê herêmê ber çavan were girtin. Em di heman demê de piştrast dikin ku em li gel gelê xwe yê Şengalê ne û piştgiriya wan dikin, ji ber ku doza xweparastinê mafek rewa û pêdivî ye.”

Hêjayê bibîrxistinê ye di 9’ê Cotmeha 2020’î de li ser daxwaza dewleta tirk a dagirker, di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK’ê de  bêyî ku îradeya gelê Şengalê bê naskirin, Peymana Şengalê hatibû îmzekirin. Gelê Şengalê jî ji bo parastina axa xwe û piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê zêdetirîn 100 roj in di çalakiyê de ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar