Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dayik Sultan: Bila çarenûsa kurê min were aşkerakirin

Dayika rojnameger Silêman Ehmed ê 70 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, Sultan Ehmen xwest çarenûsa kurê wê were aşkerakirin û daxwaza serbestberdana kurê xwe kir.

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di Deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ji wê demê ve agahî ji Silêman Ehmed tune ne. Hefteyek piştî revandina Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîn e.”

Der barê revandinê de, dayika Silêman Ehmed, Sultan Ehmed ji Rojnewsê re axivî. Sultan Ehmed xwest ku  aliyên pêwendîdar ji bo aşkerakirina çarenûsa Silêman bi erka xwe rabin û wiha got: “Ez bang li aliyên peywendîdar dikim, ji bo çarenûsa kurê min destwerdanê bikin. Silêman rojnameger e û bi salan li Başûr kar dike. Niha ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, lê tu aliyek ji bo aşkerakirina çarenûsa wî hewl nade.”

Dayik Sultan ev bang li Rêveberiya Xweser kir: “Ji bo çi Rêveberiya Xweser ji bo çarenûsa Silêman nakeva nava hewldanan? Rêveberiya Xweser li ser revandina Silêman, li ku ye? Ma Silêman jî ne ji Efrînê ye? Ji bo çi hûn destwerdanê nakin û ji bo çi hûn ji bo aşkerakirina çarenûsa kurê min hewl nadin? Ji bo çi hûn hewl nadin parêzer biçin gel Silêman û dosyayê lêkolîn bikin?”

Dayika Silêman di dawiya axaftina xwe de ji Rêveberiya Xweser xwest ji bo çarenûs û azadiya Silêman bikeve nava liv û tevgerê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar