Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Dayika Viyan Soran: Ez bi keça xwe serbilind im

Dayika Şehîd Viyan Soran di 15’emîn salvegera şehadeta keça xwe de axivî û wiha got: “Keça min rêyek serbilindiyê hilbijart û ez pê serbilind im. Ji ber ku ew di li pey serkeftina gel û kurdayetiyê de çû.”

Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Caf di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Viyan ji eşîreta Caf e. Di sala 1997’an de beşdarî nava refên Partiya Karkerên Kurditanê (PKK) dibe. Viyan Soran 2’yê Sibat 2006’an li herêma Heftenînê li dijî komploya navdewletî ya li hember Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan û hewldanên tasfiyekirina PKK’ê çalakiyek fedaî pêk anî.

Dayika şehîd Viyan, Gelawêj Elî di 15’emîn salvegera şehadeta keça xwe de axivî. Dayikê destpêkê bal kişand ser kesayeta keça xwe û wiha got: “Her tim girîngiyê dida karên xwe û li rex xwendina xwe kar jî dikir. Di mal û nava hevalên xwe de keçek ziman xweş bû. Ji bo min weke hevalek bû.”

Dayika Gelawêj derbarê rêbaza şehîd Viyan de axivî û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku rêya serbilindiyê hilbijart, ez jî pê serbilind im. Tevî ji ber şehadeta wê ez dilgiranim lê serê min pê bilind e. Dema ku li çiya di nava gerîlayan de bû, çend caran ez çûm serdana wê. Ji min re digot min dest bi xebatê kiriye. Me nekarî rê li ber bigirin, ji ber ku biryara wê bi xwe bû. Ew li pey serkeftina gelê xwe û kurdayetiyê de çû. Hêvî dikim dê dagirker bişikên û gelê kurd bi ser bikeve.”

Her wiha dayikê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hinek aliyên siyasî hene ku di navxweyî de xiyanetê li kurdan û zarokên me dikin. Çi bikin ji bo xwe dikin, ev jî xiyanetek mezin e. Divê hemû kurd weke bira bihevre ji bo serkeftina gelê kurd di nava hewldanan de bin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar