Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Dayikan bi berxwedana xwe barîkat hilweşandin

Li Amed, Edene û Mêrsînê dayik û malbatên girtiyan ji bo ku balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakî li dar xistin. Tevî astengkirinên polîsan jî dayikan li ber xwe dan û çalakiyên xwe pêk anîn. Dayikan xwest ku tecrîd bi dawî bibe

Bi hezaran girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê de ne. Li hêla din jî 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çalakiya rojiya mirinê de ne. Ji bo piştgiriya bi daxwazên zarokên xwe û balkişandina ser rewşa wan, dayik û malbatên girtiyan jî li qadan li ber xwe didin.

Di vê çarçoveyê de dayik û malbatên girtiyan jî ji 1’ê gulanê ve her roj dimeşin Parka Koşuyolu ya Amedê û ji wir jî dimeşin TUAY-DER’ê. Tevî hemû astengiyan jî dayik ev 15 rojin parkê kom dibin û çalakiyê pêk tînin. Dayikên girtiyan îro jî li pêşiya Aşê Gurbuz ê li kêleka parkê kom bûn û xwestin bimeşin parkê. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Saliha Aydenîz, Remziye Tosun, Mûsa Farisogullari û Semra Guzel jî amade bûn. Li ser astengkirina polîsan jî dayikan çalakiya rûniştinê pêk anî.

Dayikan 5 saetan li ber xwe da

Dayikan di çalakiyê de dirûşmên ‘bijî berxwedana zindanan’, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’, ‘Ji hevrêyên li zindanan li ber xwe didin re hezar slav’ û ‘Heq û hiqûq dê ji zindanan bên’ berz kirin. Dayikan di çalakiyê de strana ‘Zindana Diyarbekir em ê bişikînin’ gotin. Polîsan bi zorê rojnameger ji qadê dûrxistin. Dema ku rojnamegeran xwest dorpêça polîsan bikişinin, polîsan rojnameger asteng kirin. Li ser vê yekê parlamenter Aydenîz kamerayên rojnamegeran jê girt û dîmen kişandin. Dayikan bi nîşaneyên serkeftinê bertek nîşanî polîsan dan. Dayik li dijî hewldana polîsan ku dixwestin wan li wesayîtan siwar bikin li ber xwe dan û destûr nedan. Piştî berxwedana 5 saetan, dayikan dorpêç şikand û bi dirûşm û tililiyan derbasî TUAY-DER’ê bûn.

Çalakiya li Edeneyê

Bi heman boneyê, dayik û xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa M ya Ceyhanê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari, endam û rêveberên HDP, DBP, HDK û TUAYDER a Çukurovayê jî amade bûn. Polîsan nehiştin ku malbat li ber avahiya girtîgehê daxuyaniyê bidin û gef xwarin. Dayikan bertek nîşanî polîsan dan û dirûşma ‘bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Di çalakiyê de polîsan li nasnameya malbatan nêrî.

Li Mêrsînê jî dayik li qadan bûn

Li Mêrsînê jî bi heman armancê dayik û malbat li Parka Bariş a Akdenîz a Mêrsîne kom bûn û çalakî li dar xist. Di çalakiyê de endam û rêveberên HDP û DBP’ê jî amade bûn. Malbatan di çalakiyê de dirûşma ‘bijî berxwedana zindanan’berz kirin. Piştî çalakiya rûniştinê polîsan nasnameyên dayik û malbatan di GBT’ê re derbas kirin. Malbatan piştî demekê dawî li çalakiyê anîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar