Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dayikan li meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de, bi armanca bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin li meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Dayikên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi armanca bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin û daxwazên zarokên wan bên pêşwazî kirin, li meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Dayikên ji Amed, Wan û Mêrdînê hatin Enqereyê û beşdarî civîna koma HDP’ê ya heftane bûn, piştî civînê li salona civîna koma HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Dayik Nezahat Teke li ser navê dayikan axivî û xwest bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin. Teke diyar kir ku wan daxwazên xwe ji wezaretê re ragihandine û wiha got: “Em li benda bersivên. Heya ku tecrîda li Îmraliyê ranebe, zarokên me dê dest ji grevên birçîbûnê bernedin. 30 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin. Dibe ku her kêlî agahiya mirinê ji me re were. Berê jî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Em nikarin temaşeyê mirina zarokên xwe bikin. Em dayik in û ji bo zarokên xwe li vir in. Heya ku daxwazên me yên qebûlkirin, em ê ji vê derê neçin. Me daxwazên xwe ragihandin. Ger Wezareta Dadê ji bo hevdîtinê soz bide me, em sê kes dê biçin pêre hevdîtin bikin. Ger vê daxwaza me qebûl neke jî, em ê li vê derê rawestin. Bi zorê me karî em bikevin vê derê. Êdî bes e. Keçeke min ji bo rakirina tecrîdê bedena xwe da ber agir, ez naxwazim kurê min jî di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest bide. Ev ji bo min û hemû dayikan mafê herî xwezayî ye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar