Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin

Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be û ev tişt gotin: "Bi kûrbûna tecrîdê re pirsgirêka Kkurd ji çareseriyê dûr dikeve.”

Ji 25’ê adara 2021’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê tê girtin agahî nayê girtin. Ji ber ku agahî ji Ocalan nayê girtin fikarên civakê yên ji bo Ocalan zêde dibin. Dayikên Aştiyê yên Colemêrgê diyar kirin ku divê tecrîda li ser Ocalan demildest rabe û ev bang li Wezîrê Edaletê kirin: “Berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Dayika Aştiyê Belgîn Polat ku xwest tecrîda li ser Ocalan demildest rabe, diyar kir ku Wezîrê Edaletê peywira xwe bi cih nayne û wiha got: “Em ji birêz Ocalan û girtiyên nexweş re azadî dixwazin. Weke Dayikên Aştiyê em tecrîdê qebûl nakin. Nêzî 10 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin. Divê desthilat astengiyên li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re rake. Madem Wezîrê Edaletê peywira xwe nake çima li wî meqamî rûdinê. Divê desthilata vê pisgirêkê pê re çareser bike. Heke tiştek bê serê Ocalan û girtiyên nexweş wê desthilat û Wezîrê Edaletê berpirsyar bin.”

Navnîşana çareseriya demokratîk

Dayika Aştiyê Emîne Atak jî destnîşan kir ku Ocalan 23 sal in li dijî tecrîdê têdikoşe û ev tişt anîn ziman: “Em dixwazin tecrîda li ser Ocalan rabe. Ocalan nûnertiya vîna 40 milyon kurd dike. Êdî bes e bila ev zilm û biqûqî bi dawî bibe. Kêr gihîştiye hestî. Ev polîtîkayên dijminane li tu dera dinyayê tune ye. Dewlet bi tecrîdkirina Ocalan hewl dide hemû kurdan bitepisîne. Lê wê nikaribe bi ser bikeve; lewre gelê kurd li ber xwe dide. Beriya her tiştî em dixwazin ev şer bi aştiyeke rasteqîn çareser bibe. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi muxatabiya Ocalan pêkan e.”

Bila ev bêhiqûqî bi dawî bibe

Dayika Aştiyê Nazdar Çelîk jî xwest ku malbat û parêzerên Ocalan pê re hevdîtin bikin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin êdî ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Îro bi sedan xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan ji bo berdana wan di nobetê de ne. Daxwaza me ya destpêkê rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Divê destûr bê dayîn ku malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtin bikin. Di heman demê de divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar