Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dayikên Aştiyê: Êdî bes e vî dengî bibîhîzin

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê diyar kirin ku 7 hezar mirov li ber mirinê ne û bertek nîşanî bêdengiyê dan û bang li hemû kesên xwedî wîjdan kirin

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan têkildarî grevên birçîbûnê li avahiya ÎHD’a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey bertek nîşanî bêdengiya li hemberî çalakiya greva birçîbûnê da û wiha got: “Medya tirk li hemberî greva birçîbûnê ker û kor maye. 7 hezar însan di greva birçîbûnê de ne. Cenazeyên 7 însanan ji girtîgehan derket. Li benda çi ne. Hêj li benda mirinê ne gelo?”

Ozbey anî ziman ku li dinyayê tu pirsgirêkên ku çareseriya wan tune bin nîne û wiha got: “Êdî bes e, guh bidin daxwaza van însanan. Çima vê mirinê li me rewa dibînin. Em li hember vî welatî îsyan dikin. Bila însanên xwedî wîjdan ên vî welatî vê pirsgirêkê çareser bikin. Em naxwin, venaxwin, ranazên. Êdî vî dengî bibîhîzin. Kezeba me dişewite. Ev însan hemû zarokên me ne. Hemû însanên me li ber mirinê ne. Gavek beriya gavekî tecrîdê rakin. Bila zarokên me bigîhîjin tenduristiya xwe.”

Bêdengî û xemsariyê rexne kir

Ozbey bêdengiya parlamenterên li Meclisê bajarên herêmê temsîl dikin jî rexne kir û ev tişt got: “Ji bo hilbijartinekê dinya rakirin ser piya. 7 hezar însan  li ber mirinê ye lê bes kes dengê xwe dernaxe. Ewqas jî xemsarî dibe gelo.”

‘Bila kezeba kesî neşewite’

Piştî Ozbey, Kudret Eryilmaz jî axivî û wiha got: “Ez bang li hemû kesên xwedî wîjdan dikim. Ji bo cenaze ji zîndanan dernekevin çi dikeve ser milê kê pêk bîne. Bila kezeba kesî neşewite. Gavek beriya gavekê tecrîdê rakin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar