Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Dayikên Şehîdan: Em ê ji bo parastina axa xwe bi dudilî tevnegerin

Dayikên şehîdên Şoreşa Rojava êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û gotin ku dê li hemberî dagirkeriyê têbikoşin. Dayikan diyar kir ku wan rêya xwe hilbijartiye û ew jî dê berxwedana li hemberî faşîzmê be

Dayikên şehîdên Şoreşa Rojava têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê axivîn. Dayikan bertek nîşanî dagirkeriyê dan û şermezar kirin.

Der barê mijarê de dayika şehîd Reşîd, Nehle Reşo axivî û êrîşên dewleta tirk şermezar kir. Dayika Nehle anî ziman ku ji bo parastina mafên xwe ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dide binpê bike, dudilî nabin û dê her tiştî bikin. Dayika Nehle wiha domand: “Em ê ji bo parastina rûmet û xaka xwe bixebitin. Ger ku li cîhanê mirovatî mabe, bila piştgiriya me bikin. Daxuyaniyên wan ne tiştekî kêm û ne jî zêde dike. Ya girîng pratîk e û em jî dibêjin ku dê berxwedana me bidome.”

‘Ev axa me ye’

Dayika 2 şehîdên azadiyê, Mewlîde Hibo jî bi lêv kir ku wan rêya xwe hilbijartiye û wiha got: “Em ji vê rêyê gavekê paşve naavêjin. Em e bi ser bikevin. Ev axa me ye. Çi dibe bila bibe ji bo parastina wê em amade ne. Têkoşîna me dewam e û dê bidome. Zarokên me li ser vê axê destanên lehengiyê nivîsandin. Ev jî ji bo vê axê bû.”

Bang li hemû pêkhateyan kir

Ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Qedriyê Heyder jî bi lê kir ku ew piştgiriyê didin zarokên xwe yên YPG û YPJ’ê. Dayika Qedriye bang li hemû pêkhateyên gelê kurd kir ku serî hildin û piştgiriya birayên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin da ku planên dewleta tirk têk biçin. HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar