Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Temmuz 2025

Dayikên Şemiyê di hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê bûn: 21 kes hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê ku “qedexeya” Qeymeqamiya Beyoglûyê nas nakin xwestin di hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin lê polîsan dîsa êrişî çalakvanan kir û destê wan ji paş ve kelemçe kirin û xistin binçavan.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe domandin. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di Cadeya Îstîklalê de bi qerenfîlên di destên xwe de heta Qada Galatasarayê meşiyan. Wek her hefteyê polîsan li ser daxwaziya Qeymeqamiya Beyoglûyê “qedexe” hincet nîşan da û çalakiyê asteng dike. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan li ser Cadeya Îstîklalê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Tevî hemû astengî û dorpêçan jî Dayikên Şemiyê meşiyan.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglû jî piştgirî dan Dayikên Şemiyê.

Rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û ji cihê çalakiyê hatin dûrkirin.

Tevî biryara ku Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê çalakiya Dayikên Şemiyê de wek “binpêkirinê” daye jî lê dîsa polîsan mudaxile kir û gelek Mirovên Şemiyê destê wan ji pişt ve kelemçe kirin û xistin binçavan. Polîsan heqaret li Mirovên Şemiyê kirin.

Gelek welatiyên derdorê nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan dan. Welatiyên xwestin dîmen û wêneyan bi telefona xwe astengiyê bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Polîsan Mirovên Şemiyê li wesayîtên binçavkirinê siwar kirin û bi lez û bez birin emniyetê. Hat zanîn ku 21 kes hatine binçavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar