Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Dayikên Şemiyê ji bo Cemal Akar daxwaza edaletê kirin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 983'yemîn a li Qada Galatasarayê de ji bo Sekreterê OZDEP'ê yê Erzînganê Cemal Akar ê ku 31 sal berê di bin çavan de hat qetilkirin edalet xwestin.

Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê tên ba hev, çalakiya xwe ya 983’emîn li dar xistin. Di çalakiya parazvanên mafên mirovan piştgirî dayê de malbatên windakiriyan bi qûrnefîl û wêneyên windakiriyan ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Dayikên Şemiyê vê hefteyê faîlên Sekreterê Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) yê Erzînganê Cemal Akar ê di 23’yê Sibata 1993’yan de li Erzînganê piştî ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin, bi êşkenceyê hate qetilkirin, pirsîn.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn a di çalakiyê de metnê daxuyaniyê xwend, anî ziman ku ji bo faîlên Akar ê di sala 1993’yan de hatiye windakirin bipirsin hatine ba hev. Keskîn, bi bîr xist ku Akar di heman demê de endamê ÎHD’ê jî bû û çîroka wî vegot.

Keskîn, di salvegera 31’emîn a windakirina Akar de careke din bang li meqamên edlî û siyasî kir ku ji bo di dosyaya Akar de edalet pêk were peywîra xwe bi cih bînin û got: “Çiqasî dem di ser re derbas bibe jî em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo Cemal Akar û ji bo hemû windakiriyên xwe bernedin û em ê dest ji bibîrxistinê bernedin ku dewlet neçar e di nava pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar