Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 6 Haziran 2025

DBP: Dev êrîşên ser jiyana hevpar a gelên Rojava berdin

DBP'ê têkildarî êrîşên li ser Rojava destnîşan kir ku tu hêz nikare îradeya gelê Rojava bindest bike û ev bang kir: "Rojava qada jiyana hevpar a gelan e. Dev ji êrîş û planên xwe yên bi xwîn berdin!"

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi nivîskî daxuyaniyek belav kir. Daxuyaniya DBP’ê wiha ye: “Li gel tevî bangewaziyên çareseriyê dewleta tirk, li Rojava û Sûriyê hewldanên xwe yên kûrkirina polîtîkayên şer didomîne. Êrîşên ku li dijî Rojava pêk tên jî yek ji perçeyên vî şerê qirêj e. Di çarçoveya vî şerî de îro car din li Rojava gelên sivîl rast e rast hedef hatin girtin. Mixabin di êrişên li Kobanê û Eyn Îsa de zarok jî di nav de zêdetirî deh kesan hatin qetilkirin. Di êrîşan de bi taybet dibistan û nexweşxane jî di nav de qadên sîvîl hedef tên girtin.

Em baş dizanin ku bi van êrîşan destkeftiyên gelê Rojava hedef tên girtin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji destpêka sala 2011’an vir ve li Rojava bi sedan sîvîl qetil kirin. Di van qetlîaman de li gel artêşa Tirk, çeteyên wekî DAÎŞ û OSO’yê yên girêdayî dewletâ Tirk jî cih girtin.

Îro jî bi çeteyên wekî HTŞ û SMO’yê ve xaka Rojava hedef tê girtin. Bi komkujiyan sivîlan li Rojava sûcê şer pêk tê. Divê di sêrî de hêzên navtewî tevî hêzên herêmî li hember sûcên şer ên dewleta Tirk helwesteke xurt bimeşînin da ku komkujî nû pêk neyên.

Her wiha divê neyê jibîrkirin ku em ê her tim li hember van êrîşan û sûcên şer têkoşîna xwe bimeşînin. Tu hêz û tu êrîş êdî nikare ku îradeya gelê Rojava bindest bike. Em ê jî her tim xwedî li vê îradeyê derbikevin. Rojava qada jiyana hevpar a gelan e. Dev ji êrîş û planên xwe yên bi xwîn berdin!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar