Kurdistaniyan li çar aliyê Kurdistanê û Ewropayê Newrozeke bi heybet pîroz kirin. Bi milyonan Kurd û dostên kurdan li sedan navendan li dora Agirê Newrozê kom bûn û bi coş û kelecaneke pir mezin Newroz pîroz kirin. Kurdistanî li dora agir kom bûn û li bang û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî derketin. Bi milyonan Kurdistaniyên li qadan kom bûn li dora banga Rêber Abdullah Ocalan yekîtiya xwe îlan kirin.
Kurd û Kurdistanî piştî Newroza bi heybet, niha jî berê xwe didin Amarayê. Berê Kurd û Kurdistaniyan li Amarayê ye. Bi kelecan li benda ‘Rêwîtiya Rojê’ nin. Kurdistanî ku 21 sal in bi dirûşma ‘Rêwîtiya Rojê’ ji çar aliyê bakurê Kurdistanê berê xwe didin Amarayê. Bi taybetî di navbera salên 2010’an heta 2015’an bi deh hezaran Kurd li bajaroka Elîgorê kom bûn û ji bajaroka Elîgorê bi karwanên mezin derbasî Xalfetiyê bûn. Bi deh hezaran li navçeya Xalfetiyê şeva xwe derbas kirin û bi hilatina Rojê re ji Xalfetiyê meşiyan Amarayê. Kurdên ku xwe gîhandin Amarayê axa Amarayê maç kirin. Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan maç kirin. Kurdên ku cara yekem çûn Amarayê gelek hestewar bûn û ji eşq û kêfa Amarayê hêsir barandin.
Îsal jî Meclisa ciwanan a DEM Partiyê ji bo meşa bi beybet bang li Kurdistaniyan kirin ku bi hev re bimeşin Amarayê. Ciwanan anîn ziman ku dê di navbera 1-4’ê Nîsanê de bimeşin Amarayê. Di Newroza îsal de zêdebûna jin û ciwanan gelek zêde bû. Tevlêbûn û xwedî derketina ciwanan a banga Rêber Abdullah Ocalan gelek xurt bû. Agirê Newrozê yê yekemîn bi pêşengiya Ciwanan li Navçeya Liceyê hat pêxistin. Dîsa piştî pîrozbahiyê Meclisa Ciwanan bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna Meşa “Rêwîtiya Rojê” kirin. Xuya dike ku îsal dê ciwan pêşengiya Meşa “Rêwîtiya Rojê” bikin.
Di hemû xebat, çalakî û bernameyên ku jin û ciwan pêşengiyê bikin û bi rêve bibin ruh, kelecan û tevlêbûn zêde ye. Îsal jî bi taybetî piştî banga Rêber Abdullah Ocalan û Newroza bi heybet, xuya dike dê meşa Amarayê bi heybet û xurt derbas bibe.
Kurd her sal di 4’ê Nîsanê de ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daran diçinin. Her sal meşên girseyî li dar dixin. Îsal jî sazî û rêxistinên kurdan xwe amade dikin ku meşeke bi heybet li dar bixin. Kurd çawa di hefteya Newrozê de ji tax, gund, navçe û bajaran berê xwe didin qadên Newrozan u dibin milyon, çawa ku li dora agir govedê digerînin û dikevin dîlanê, îsal jî xwe amade dikin ku bi deh hezaran berê xwe bidin Amarayê. Kurdistaniyên ku îsal li dora banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bûn yek û yekîtiya xwe îlan kirin, dê di 4’ê Nîsanê de jî berê xwe bidin Amara û Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz bikin.
Kurd hebûna xwe di hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibînin. Rojbûna xwe di rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de dibînin. Kurd rojbûna Rêber Abdullah Ocalan wekî rojbûna xwe dibînin. Wekî rojbûna xwe ya ramanî, bîrdozî, felsefî û vîna azad dibînin. Ji ber ku Kurd bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan de bûn xwedî vîn û nasname. Bûn xwedî hebûn hebûn û xwebûn. Kurd Amarayê ji bo xwe wekî qublegeh dibînin. Kurd û Kurdistaniyên ku axa Amarayê ji bo xwe pîroz dibînin, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jî ji bo xwe wekî rêgeh û qublegeh dibînin û berê xwe didin vê qublegehê. Îsal bi vê bawerî, ruh û kelecanê çavê hemû Kurdistaniyan li Amarayê li Rêwîtiya Rojê ye. Kurd dê bi kelecana ciwanan û ruhê Newrozê bimeşin Amarayê û tev li ‘Rêwitiya Rojê’ bibin.