Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Dê Erdogan û Esad li Bexdayê hevdîtinê bikin

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên ku piştî daxuyaniyên Erdogan ên der barê Sûriyeyê de bi rola navbeynkariyê radibe diyar kir ku ji bo hevdîtina di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de lihevkirinek hatiye kirin, lê heta niha dîrokeke zelal nehatiye diyarkirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn têkildarî têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê û nirxandinên serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên di rojên dawî de daxuyaniyek dan.  Zaharova işaret bi gotinên Erdogan kir û diyar kir ku ev gotin kêfa wan aniye û ew bawer dikin ku her du alî gavên pratîkî bavêjin. Zaharova diyar kir ku çareseriya pirsgirêka di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ji bo herêmê xwedî girîngiyeke jiyanî ye û got: “Ji ber vê yekê em bang li hevkarên xwe dikin ku bi her awayî têkiliyan bidomînin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku beşdarî Lûtkeya Lîderên Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ku li Washingtona paytexta Amerîkayê hat lidarxistin bû û axivî. Husên diyar kir ku Iraq di asayîkirina peywendiyên her du welatan de çalak e. Huseyîn got: “Iraq dixwaze Sûriye û Tirkiyeyê bîne cem hev. Di vê çarçovê de lihevkirina destpêkê ji bo lidarxistina civînekê ya li Bexdayê pêk were hat kirin, lê dîroka civînê diyar nebû. Em ê dîrokê jî diyar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar