Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dê jin 14’ê sibatê li dijî tundiyê rabin ser pêyan

Navenda Nûçeyan |

Li gelemperiya cîhanê li yek ji sê parên jinan tundî, zexta bi hev re bûnê, destavêtin û kiryarên xerab hate kirin. Yek ji sê jinan tê wateya milyarek jinan.

Îsal bang li milyarek jin û mêran hate kirin ku di ‘Roja Hezkiriyan’ de li ber tundiyê rabin.

Kampanya One Bîllîon Rîsîng (OBR) ragihand ku dê li tevahiya cîhanê bêjin ‘Êdî bes e! Bila dawî li tundiyê bê anîn’ û dakevin qadan.

OBR ku kampanyayeke global e, di çarçoveya tevgera V-Day de ku ji ailyê femînîst û nivîskareke drama ya amerîkî Eva Ensler ve hate avakirin, di Îlona 2012’yan de dest pê kir. Di 14’ê Sibata 2013’yan de jî yekem çalakiyên xwe pêk anî. Kampanya her ku di nava salan de çû mezin bû. Her sal li gelemperiya cîhanê bi sed hezaran kes tev li kampanyayê dibin. Çalakiyên sala 2016’an bi mijara “Rîse for Revolûtîon” hatin kirin.

One Bîllîon Rîsîng bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew li dijî tundiya li ser jinê, zayendîperestî, xizantî, emperyalîzm û sîstema baviksalariyê ne.

ORB’ê diyar kir ku li gelemperiya cîhanê yek ji sê jinan mexdûrên tundî û destavêtinê ne û destnîşan kir ku ev yek di asteke metirsîdar de ye.

Li gelek welatên ku bi rengekî çalak piştgirî ji kampanyayê re tê dayîn, malperên înternetê hatin avakirin. Li Almanya, Fransa û gelek welatên din wê çalakî bên lidarxistin û agahiyên li ser van çalakiyan li malperên înternetê hatin parvekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar