Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Delagasyona Aştiyê ya Navneteweyî kete nav tevgerê

Şandeyeke ji Delagasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê dê di navbera 11 û 16’ê sibatê de li Kurdistan û Tirkiyeyê hevdîtinan pêk bîne. Şandeyê ji bo hevdîtina bi Ocalan û wezareta dadê re jî serlêdan kir

Şandeyeke Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê ku ji dîrokzanê Îzlandî Ogmundur Jonasson, sendîkavanê îngilîz Manuel Cortes, aborîzanê arjantînî û çalakgerê mafê mirovan Beveryl Ann Keene, hiqûqnasê îngilîz Paul Scoheley, aktrîstê îngilîz Maxîne Peak, xwendekarê felsefeyê yê DYA’yî Connor Hayes, sendîkavanê îngilîz Tony Burke, nivîskarê Ingilîz John Hunt û hunermendên wêneyan û dergehêner ê Ingilîz Jonathan Spaull pêk tê dê di navbera 11 û 16’ê sibatê de li Kurdistan û Tirkiyeyê hevdîtinan bike.

Şandeya ku ji bo ku hevdîtina bi Îmraliyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên wezareta dadê re serlêdan kir, di 12’ê sibatê de jî dê bi hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan re hevdîtinê bike. Hat zanîn ku şande dê li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniyekê bide û di heman rojê de bi Komeleya Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Sendîkaya Kedkarên Kamûyê re hevdîtinan bike.

Dibe ku bi Guven re hevdîtin bikin

Di 13’ê sibatê de jî dê şande derbasî Amedê bibe û ger ku merc guncav bibin dê bi hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven re hevdîtinê bike. Her wiha şande dê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê re bicive. Di 14’ê sibatê de jî şande dê bi nûnerên KCD’ê, nûnerên DBP’ê û Dayikên Aştiyê re rûnê.

Piştre jî dê şande derbasî Stenbolê bibe û bi parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê re rûnê. Du endamên şandeyê Ogmundur û Connor beriya hevdîtinên li Enqereyê dê serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrga Fransayê bikin. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar