Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

Dema çêrandina pez dest pê kir

Şêniyên Wan û derdora wê ku bi biharê re karê sewalkariyê dikin, li çêrgeh û zozanan dest bi çêrandina heywanên xwe kirin

Kurdistan bi biharê re xemilî. Bi şênkahiyê re mirovên ku heywanên wan hene, ji bo xwedîkirin û çêrandina wan berê xwe dan zozan û çêrgehan. Pezê li axuran bi meha gulanê re ji bo çêrandinê hatin derxistin.

Hem polîtîkayên dewletê ya ku sewalkariyê ji holê radike, hem jî krîza aboriyê di dema zivistanê de gelekî zorî da xwediyên heywanan ên li Wan û derdora wê.

Abdurahman Karaca ku li Wanê sewalkariyê dike anî ziman ku bi biharê re ji bo çêrandinê wan sewalên xwe derxistine derve. Karaca diyar kir ku ew mih û berxikan bi hev re diçêrînin û wiha got: “Îsal biharê hinekî bi derengî dest pê kir. Lewma ka û êm têra heywanên me nekir. Me jî kêm didan wan. Ji ber vê yekê jî heywanên me têr nebûn. Piştî ku hewa germ bû me heywanên xwe derxist derve. Yanî di nava krîzê de bihar bi hewara me ve hat. Em ê ji niha û pê ve heywanên xwe li derve xwedî bikin.” WAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar