Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Demîrtaş bersiv da dijberên biryara DMME’yê

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, derbarê daxuyaniyên desthilat û MHP’ê ku diyar dikin biryara DMME’yê nas nadin de ev bersiv da: “Hûn wisa li qêrin û bangkirinên wan nenêrin. Hewl didin tirs, qelsî û tengezariyên xwe veşêrin.”

Piştî biryara berdanê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de gelek derdoran daxuyanî dan. Serokê AKP’ê û serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û gelek kes li dijî biryarê daxuyanî dan.

Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî mijarê parvekirinek kir û bersiva van daxuyaniyên li dijî biryara DMME’yê da. Parvekirina Demîrtaş wiha ye: “Hûn wisa li qêrin û bangkirinên wan nenêrin. Hewl didin tirs, qelsî û tengezariyên xwe veşêrin. Wêrek bin û li hemberî zilmê xwedî sekn bin, ez wisa dikim. Em mafdar in, bihêz in û bimoral in. Em ê tev bi hev re qezenc bikin. Meraqan nekin, Tirkiye ji çeteya 5 kesî mezintir e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar