Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

Der barê 27 girtiyên di greva birçîbûnê de îdianame hate amadekirin

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê 27 girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê, doz vekir. Di îdianameyê de girtî bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kirine’ tên tewanbarkirin

Li Girtîgeha Jimar 2 ya Maltepeyê der barê 27 girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, doz hate vekirin. Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye amadekirin de girtî bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kirine’ tên tewanbarkirin.

Dozger di îdianameyê de parast ku girtiyên li dijî tecrîda Îmraliyê ketine greva birçîbûnê ‘bi disîplîna rêxistinê bi awayekî yekgirtî çalakî pêk anîne û bi vî awayî bi zanebûnî alîkariya rêxistinê kirine.’  Îdianame ji aliyê 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin.

Navên girtiyên ku der barê wan de doz hatiye vekirin wiha ne: “Azad Kurkçu, Çetîn Gumuş, Eyyup Sever, Feyyaz Karaç, Gokmen Subaşi, Hasan Yildirim, Hebun Kurt, Kenan Çeçen, Kenan Sagun, Kerîm Kiliç, Mahşuk Karlidag, Malîk Onurcan, Muhammed Yildiz, Onur Kasak, Ozgur Sonmez, Serhat Goregen, Ugur Onur, Velat Kazançci, Servet Aygun, Nuh Yildirim, Mazlum Guvercîn, Omer Bozdag, Omer Ulus, Uzeyîr Şevluk, Şaban Yilmaz, Kerîm Kiliç û Suleyman Çikmaz.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar