Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Der barê Bîlgen de îdianame hate amadekirin

Buroya Lêpirsîna Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê Ayhan Bîlgen de îdianame amade kir. Ji bo îdianame bi doza sereke ya Ozgur Gundemê re bibe yek, îdianame ji 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re şand

Buroya Lêpirsîna Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen de îdianame amade kir. Îdianame di 18’ê hezîrana 2019’an de hate amadekirin. Buroyê, îdianame ji 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re şand.

Her wiha 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê jî heman îdia di 3’yê tîrmehê de ji 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re şand. Di îdianameyê de hate gotin ku ji ber têkiliya hiqûqî û fiîlî di navbera doza sereke ya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin re heye, îdianame pê re bibe yek.

Di îdianameyê de Bîlgen bi îdiayên weke ‘Yekitiya dewletê û tevkariya welat xera dike’, ‘Endamê rêxistinê ye’, ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’, ‘Ji bo ku sûc bike rêxistin ava kiriye’ û ‘Endamê rêxistina ku avakirî ye’ tê sûcdakirin. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku Bîlgen endamê Desteya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû û di sala 2016’an de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat îdia kirin ku ji ber ku Bîlgen parlamenter bû, der barê dosyayê de biryara veqetandinê hatiye dayîn.

Di îdianameyê de ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê jî îdiaya ‘Berdevka rêxistinê’ hatiye kirin. Ji bo destnedayîna Bîlgen rabikin, dosye şandibûn meclisê. Lê piştî ku Bîlgen bû hevşaredarê Qersê, dosye ji nûve şandin dozgeriyê.  23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dê di rojên pêş de daxwaza dosyeyê bike yek binirxîne. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar